Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn 2023-06-13 12:54:55   AMED - Cezayê muebeda girankirî li Erkan Tartûk ku hevjîna xwe Şule Akdenîz qetil kiribû, hat birîn.    Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 19’ê gulana 2022’yan de Erkan Tartûk hevjîna xwe Şûle Akdenîz ku li ber dev ji berdana hev bûn, kuştibû. Bi sûcdariya “kuştina bi qestî ya hevjîna xwe” doz li Erkan Tartûk hatibû vekirin. Danişîna dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Malbata Akdenîz, parêzerên wan û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê tev li danişînê bûn. Bersûc û parêzerên xwe jî di danişînê de amade bûn.    Dozger xwest ji heman sûcdariyê cezayê muebeda girankirî li Tartûk were birîn.   Parêzeran jî xwest bersûc bi cezayê muebedê bê cezakirin.    Parêzerên bersûc jî xwestin miwekîlê wan bê berdan.    Şandeya dadgehê ji sûcê “kuştina bi qestî” cezayê muebeda girankirî li Tartûk birî.