Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin 2023-06-21 10:01:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedema êrişa zayendî, derheqê Şaredarê Guluçê yê AKP’î Gokhan Mûstafa Demîrtaş de lêpirsîn hate destpêkirin.    Ji ber êrişa zayendî, derheqê Şaredarê Guluç a Zonguldakê yê AKP’î Gokhan Mûstafa Demîrtaş de lêpirsîn hate destpêkirin. Di dosyaya lêpirsînê de gotinên şaredarê AKP’î yên têkildarî jinan de bi kar anîn cih girt. Li gorî nûçeya Halk TV’yê; Demîrtaş ê AKP’î di sala 2017’an de jinek girtibû karê şaredariyê û 6 mehan bi devkî tacîz kiriye.    Di heman demê di sala 2021’an de jî Demîrtaş ê AKP’î li dijî jineke 2 meh bû dest bi kar kirî êrişa zayendî kir. Lêpirsîn didome û li dosyayê pevnivîsên nû hatin zêdekirin.    Demîrtaş hêj jî li ser peywira xwe ye û derheqê wî de tu lêpirsînên îdarî nehatine destpêkirin.