‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’ 2023-06-22 10:04:13   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zulfiye Kîşmîr diyar kir ku jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane di hedefe de ne û got: “Bi taybetî jinên ku di asta pêşengtiyê de ne dibin hedefa êrişan. Çimkî ji jinan ditirsin.”    Bi pêşengiya kurdan li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şerê man û nemanê hat birêvebirin û hê jî ev berxwedan didome. Her wiha li Rojava li dijî pergala kapîtalîst jî berxwedana pergala mayîndekirina civakî heye. Ji roja ku Rojava dest bi berxwedanê kiriye heta niha di hedefa Tirkiyeyê de ye. Jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin bûne tirsa dilêpergala serdest a mêrane. Hema bêje her roj êriş li ser hev pêk tên. Di 20’ê hezîranê de Wesayîta Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) a Tirkiyeyê êriş pêk anî û di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û welatiyê sûryan Firat Tuma jiyana xwe ji dest dan.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan.    JINÊN PÊŞENG DI HEDEFÊ DE NE    Aktîvîsta TJA’yê Zulfiye Kîşmîr diyar kir ku jinên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane di hedefa êrişan de ne û wiha got: “Ji sala 2012’an ve DAIŞ li rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, Rojhilata Navîn êrişan pêk tîne. Nexasim ev DAIŞ’a hovane li dijî jin û zarokan qetlîamên bixov dike. Jinan jî li dijî DAIŞ’ê berxwedan û seknek bêhempa nîşan da. DAIŞ tiştek wisa ji rêzê nîne. Li dijî vê têkoşînek bêwestan tê kirin. Li Rojava jinên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane dibin hedefa êrişan. Bi taybetî jinên ku pêşengtiya şoreşê û berxwedanê dikin dibin hedefa êrişan. Çimkî ji jinan ditirsin.”    Kîşmîr da zanîn ku êrişên tên kirin ne rojane ango serdemî ne, berdewamiya pergala serdestiya mêrane ya 5 hezar salî ye û got: “Jin li Rojava li dijî pergala mêrane têkoşînek di asta xwedawendiyê de didin. Wê tu êriş û qetlîam nikaribin bi jinan paş ve gavan bide avêtin.”    DIJ DERKETINA ÊRIŞAN    Aktîvîsta TJA’yê Meral Balter jî anî ziman ku êriş ne nû ne û wiha axivî: “Ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinan bigirin her cure polîtîkayên şer xistine dewrê û ferasetek ku polîtîkayên şer rewa dibîne heye. Pergala serdest a mêrane jinên birêxistinkirî qebûl nake. Lê ev pergal çi dike bila bike wê nikaribin li pêşiya têkoşîna jinan bibe asteng. Ji ber ku vê dizanin, bi êrişan jî dixwazin têkoşîna jinan têk bibin. Divê em jin li her deverê xwe li ber van êrişan bi rêxistin bikin.”    BANGA JI BO JINAN: BÊDENG NEMÎNIN    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bismilê Hamdiye Karakoç jî komkujî şermezar kir û got: “Em bi felsefeya Rêbertî ya ‘Jin jiyan azadî’ dengê xwe li hemû cîhanê belav dikin. Heke em bêdeng bimînin dê ev şer bidome. Banga min ji hemû jinên cîhanê re ev e; Em bêdeng nemînin, heke jin bêdeng bimîne wê şer bidome. Bila li dijî van hemû zilm û şerê li Kurdistanê, li cîhanê bertek nîşan bidin da ku careke din ev êriş dubare nebe.”   Rêvebera Rêxistina Partiya Herêmên a Demokratîk (DBP) a Amedê Meryem Turan jî got divê êrişên li dijî jinan ên li Rojava bidawî bibin û li dijî êrişan bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.