Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin 2023-06-23 09:07:38   AMED - Jinan ji bo serdema nû bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û gotin ku ew ê rêxistinbûyînê xurt bikin û li dijî êrişan li qadan bin.    Siyasetmedarên jin û saziyên jinan ku di çarçoveya pêvajoya nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk de li Amedê li hev kom bûn, têkildarî serdema nû de nîqaşên berfireh kirin. Jinan destnîşan kir ku dê di serdema nû de têkoşîna jinan xurt bikin û ji bo vê jî îşaret bi girîngiya rêxistinbûyînê û temsîliyeta jinan kirin.    ‘EM Ê RÊXISTINBÛYÎNÊ XURT BIKIN'   Rêvebera Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê Serra Bûcak ku tevlî civînê bû, bal kişand ser girîngiya civînên jinan kir û got: "Li ser xuyangkirina têkoşîna azadiya jinan, berxwedana jinan, binpêkirinên mafan ên li hemberî jinan, cinayetên jinan, şidet û polîtîkayên jinan danûstendin hat kirin. Em yeqîn dikin ku em ê bi biryarine xurt ji vir derkevin. Ji lew re pêşniyazên hatin kirin, rexneyên der barê kêmasiyan de ji bo me pir hêja ne."    Bûcak ragihand ku dê piştî civînan hevdîtinê bi gel re bikin û got: "Em ê bi jinan re hevdîtinê bikin, em ê rêxistinkirina xwe xurt bikin, em ê bersiva herî xurt bidin vê pergala ku dijminatiya jinan dike."    ‘EM Ê LI HER QADÊ DENG DERXÎNIN'   Bûcak bilêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê ku li Meclisê piraniya parlementeran di destê wê de ye, dê bi ser nekeve û got: "Em bawer dikin ku dê meclisa jinan, çalakiya jinan, polîtîkayên jinan ji aliyê hevalên me yên hatine bijartin bi awayekî herî xurt pêk bên. Ev tenê ne li Enqereyê li korîdorên siyasetê, em ê li qadan, li kuçeyan, li taxan bi awayekî herî xurt û rêxistinkirî hêzê li vê pêvajoyê bar bikin. Wê gavê dê ev bloka desthilatê ya dijminatiya jinan dike, paş de gav biavêje. Em ji dil û can ji vê bawer dikin."    JIYANEKE RÊXISTINKIRÎ   Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen jî diyar kir ku jin xwedî îdiaya guherandin û veguherandina civakê ne û got: "Em dixwazin wekî civakeke rêxistinkirî bijîn. Ji lew re bi salan e li hember gelê kurd polîtîkayên çewisandin û asîmlasyonê tên pêkanîn. Kurd ancax bi awayekî rêxistinkirî dikarin li hember van polîtîkayan rabin. Lewma me 14-28'ê Gulanê li dû xwe hişt. Em di vê pêvajoyê de jî xebitîn, lê peywira me û berpirsiyariyên me ne girêdayî hilbijartinê ne."    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Kaya jî diyar kir ku ew gel esas digirin û got ku dê di serdema nû de dengê jinan gurtir bibe. Kaya wiha axivî: "Em ê li ser zor û zehmtiyên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin, êrişên zayendparêz ên li jinan tên kirin û plan û projeyên ji bo jinan hûr bibin û em ê ji bo vê bitêkoşin."