TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye 2023-06-27 16:54:14 AMED - TJA’yê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye û hewceye demildest ev tecrîd bê rakirin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Zêdetirî 27 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Kesên vê mijarê dixin rojevê dibin hedef. Herî dawî jî Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag di bernamayeke televîzyonê de têkildarî tecrîdê axivî bû û weke “derqanûnî” pênase kiribû. Yanardag ku hatibû binçavkirin, îro bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî têkildarî tecrîdê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku tecrîd bi dawî bibe.    ‘DIVÊ OCALAN TAVILÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’   TJA’yê di daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah weke “sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê” pênase kir û wiha domand: “Her wekî tê zanîn ev 24 sal in ku Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên herî zehmet a pargala Îmraliyê de dijî. Ev 24 sal in îradeya gelê kurd di pergala Îmraliyê de hatiye hefskirin û di serî de malbata Rêberê Gelê Kurd û hetanî parêzeran ji ber pergala polîtîkayên tecrîda giran nikarin bi tu awayî pêywendî pê re danin. Bi taybet jî ji 2014’an ve hemû mafên wî yên hûqûqî yên bi malbat û parêzerên xwe re, ji ragihandina civakî yên wek rojname, pirtûk û hetanî tendûristî mafên wî yên xwezayî bi polîtîkayên tecrîdê hatine binpêkirin. Şêweyên polîtîkayên tecrîdê yên bi vî rengî di zagona mafê mirovan a navneteweyî de weke sûcê dermirovahiyê hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê di serî de jin û hemû gelê kurd ji tendûristî û ewlehiya Rêberê xwe bi fikar in. Ji ber vê yekê divê dewleta tirk bi awayeke demildest nedereng vê tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd rabike û azadiya wî ya fizîkî pêk bîne.”   ‘BIRÊZ OCALAN Û HEVALÊN XWE DI TECRÎDEKE GIRAN DE NE’   Bi domdarî TJA’yê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di nameya xwe ya di Newroza 2013’an de hatiye xwendin de bi awayekî şênber hemû şer û arîşeyên ku di serî de li her çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê tên jiyîn anîbû ziman û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li ser vê esasê pêvajoya çareserîya demokratik dabû destpêkirin. Lê mixabin ev pêvajo ji hêla rejîma yekmêrane ya AKP-MHP’ê ve hat xerakirin û ji wê rojê heta niha li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevalên ku bi pê re di nav pergala Îmraliyê de di bin polîtîkayên tecrîdê yên herî giran de dijîn. Di kesayeta wan de jî polîtîkayên tecrîdê bi gelek argûmanên polîtîkayên şerê taybet ve li ser hemû beşên civakê û taybetî jî li ser jinan tên meşandin. Ji ber sedemên tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet ku bi destê rejîma yekmêrane tê meşandin, her roj jin û zarok tên kuştin, qetilkirin, tacîzkirin, tecawîzkirin, tên gitin û înfazên girtiyan tên şewitandin. Lewra têkçûyîna tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd re pêkan e. Ev heqîqetek e.    40 MILYON KURD BAWERÎ BI FELSEFEYA WÎ ANÎNE   Ji ber vê yekê hemû cîhan jî dizane ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heqîqeta mirovahiyê ya gerdûnî ya jiyaneke sosyalîst e, îradeya sîyasî ya 40 milyon kurda ye ku bi milyonan mirovên Rojhilata Navîn û cîhanê jî di serî de jinan bawerî bi felsefeya wî ya hevjiyana azad a ‘Jin Jiyan Azadî’ anîne. Bi sedan mirovên enternasyonalîst di rêya heqîqeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de meşiyane û bûne parçeyeke ji vê heqîqetê.   BANGA JI BO CPT’YÊ   Ji ber vê heqîqeta mirovahiyê em jî wek TJA’yê dibêjin ku divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê kurd bê rakirin. Di serî de Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û hemû kesên peywirdar dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Em ji ber vê yekê jî di serî de CPT, bang bangawazî li Saziyên Mafên Mirovan ên neteweyî û navneteweyî dikin ku bi hestiyarî tev bigerin û ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin.”