'Dê jin bi têkoşînê rê li ber vê qanûnê bigirin’ 2017-10-11 09:09:11 MÊRSÎN – Seroka Baskên Jinan a CHP’ê ya Mêrsînê Pakîze Guler, li hemberî pêşnûmaya ku erka marbirînê dide miftîtiyan bertek nîşan da û wiha got: “Dê jin li dijî vê qanûnê li ber deriyê Meclîsê bitêkoşin û rê nedinê.” Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Hatice Şahin jî wiha axivî: “Em ê têkoşîna jinê hîn pêşvetir bibin û li dijî feraseta hikûmeta AKP’ê rawestin.”  Seroka Baskên Jinan a CHP’ê ya Mêrsînê Pakîze Guler û Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Hatice Şahin li hemberî pêşnûmaya ku erka marbirînê dide miftîtiyan bertek nîşan dan.    'DIXWAZIN JINÊ HEPSÎ MALÊ BIKIN’    Guler, bi bîr xist ku ji meha Tîrmehê ve ev pêşnûma di rojevê de ye  û di warê hêsankirina jiyana jinan de tu tiştî di xwe de nahebîne. Guler, dest nîşan kir ku sedema sereke ya vê qanûnê ew e ku hinekî din jî jinê hepsî malê bike, temenê zewacê bêtir ber bi jêr ve bîne û zewaca di temenê biçûk de li civakê ferz bike. Guler, diyar kir ku ji roja ewil ve îktîdara AKP’ê hewl dide jinê hepsî malê bike û tenê zarokçêkirinê li jinê ferz bike. Guler, got ku bi vê erka marbirînê ku didin miftîtiyan, hemû mafên fermî û qanûnî yên jinê tên binpêkirin.    'DIXWAZIN JINÊ BI OLÊ TERBIYE BIKIN’    Guler, anî ziman ku ji ber vê aloziya nav welêt her diçe cinayetên jinan jî zêde dibin û wiha got: “Ji dêvla ku hikûmeta AKP’ê rê li ber zêdebûyîna cinayetên jinan bigire, qanûnên ku mafên jinan ji holê radikin derdixîne.” Guler, dest nîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze bi olê jinan terbiye bike û ev tişt gotin: “Berê jî hikûmeta AKP’ê qanûna ku zarokên biçûk bi îstismarkaran re bên zewicandin derxistibû. Çawa ku jin li dijî wê qanûnê li ber deriyê Meclîsê sekinîn, dê li hemberî vê qanûnê jî bitêkoşin û rê li ber bigirin.”    Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Hatice Şahin, dest nîşan kir ku qanûnên ku 2 salên dawî hikûmeta AKP’ê derxistine rê li ber zêdebûna şideta li hemberî jinê vekirine û wiha domand: “Dema zimanê pêwendiyê yê îktîdarê şidet be, dê nêzîkatiya mêr a ji bo jinê jî bêtir şidetê di xwe de bihebîne. Yanî şideta ku li jinê tê kirin ji aliyê îktîdarê ve tê organîzekirin. Jina ku îktîdar wê taswîr dike ew e ku li ber çonga mêr be. Di bin polîtîkaya jinê de bîatkirina jinê ya ji bo mêr heye.”    'EM Ê TÊKOŞÎNA JINÊ PÊŞVETIR VE BIBIN’    Şahin, dest nîşan kir ku bi taybetî jî AKP dixwaze jinê ji siyasete dûr bixîne û wiha got: “Modela hevserokatiyê ya partiya me wan ditirsîne. Ma Serokomar û Serokwezîr dixwazin qoltixa îktîdarê bi jinekê re parve bikin? Îktîdar nexweşîneke 5 hezar salî ye. Me di warê pirsgirêka jinê de nêzîkatiyeke siyasî pêş ve xist û me jinê daxilî rêveberiyê kir.” Şahin anî ziman ku ew ê têkoşîna jinê hîn pêşvetir bibin û li dijî feraseta hikûmeta AKP’bitêkoşin.   Mîmar Ozge Goncu jî, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan tên kirin, divê ew bi awayekî bilind deng derxînin. Goncu, dest nîşan kir ku çawa ku jinan qanûnên berê yên li dijî jinan rawestandin, dê li hemberî vê pêşnûmaya ku erka marbirînê didin miftîtiyan jî derkevin. Goncu, diyar kir ku di serdemeke ku taciz û tecawiz zêde bûne de, derxistina qanûnên bi vî rengî teşwîqkirina zewaca di temenê biçûk de ye û ev yek rê li ber tecawizê vedike. Goncu wiha got: “Jin xwe bi rêxistin dikin. Her diçe, ji dêvla dagiriyê pratîkên ku azadiyên xwe tercih dikin nîşan didin. Helbet îktîdar ji van çalakiyan ditirse. Ji ber vê dê jin tim xwedî li mafên xwe derkevin û dê bi hev re hêzdartir bibin.