Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin 2023-07-12 16:29:01   MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclisa Jinan ên DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê qetilkirina jina bi navê Hindirin Aydogan bi daxuyaniyekê li Qoserê protesto kirin.   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  li Merdînê der barê qetilkirin Hindirin Aydogan ku ji aliyê hevjînê xwe Zekî Aydogan ve di 10'ê tîrmehê de hat qetilkirin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber mala sersaxiyê ya H. Fîncî Aldemîr de hat dayîn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê Kamuran Tanhan, rêveberên partiyê û endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê tev li daxuyaniyê bûn.   ‘EM Ê LI DIJÎ HIŞMENDIYA QETILKAR BITÊKOŞIN’   Li ser navê jinan aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan axivî û diyar kir ku jinek din jî hatiye qetilkirin û got: “Bi salan e jin tên qetilkirin. Bi salan e ku desthilatdariya serdest a mêr zîhniyeta xwe ya qirêj li dijî jinê bi kar tîne. Kujerên jinan tên efûkirin. Zîhniyeta li dijî jinê tê sîstematîzekirin. Di encama vê de li Qoserê jinek hat qetilkirin. Li gorî malbatê li vê jinê êşkence hatiye kirin. Zilamê ku ev jin kuşt reviya, çek di destê jinê de hişt û niha winda ye. Her roj em qala qetlîamên jinan dikin. Ji betalkirina Peymana Stenbolê û vir ve, ji aliyê hikûmetê ve sîstemeke nû ya ku destkeftiyên jinan dike hedef tê xwestin bê avakirin. Li dijî vê zîhniyetê heta em bijîn em ê têbikoşin. Em ê destkeftiyên jinan li ku derê cîhanê bin biparêzin."   ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’   Şaredara berê ya Qoserê Cîhan Sîncar ku xizma Hindirin Aydogan a hat qetilkirin e jî wiha got: “Heta ku ev zîhniyeta qirêj li ser kar be em ê jî vê bijîn. Heta ku em vê zîhniyetê ji holê rakirin em ê têkoşînê bidin. Li hemberî vê yekê me her tim têkoşîn daye û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku van kujeran diparêzin, nav û ola wan çi dibe bila bibe, bila bizanibin ku em ê li dijî wan bin. Em ê li cem mexdûran li dijî zaliman bisekinin. Em soz didin gelê xwe ku heta dawiya jiyana xwe em ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin. Jinên hatin qetilkirin ne bi tenê ne. Ji Tevgera jinên kurd re sersaxîyê dixwazim."