Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin 2023-08-02 09:04:45 STENBOL - Endama Meclisa Jina a Partiya Çepên Kesk Sevtap Akdag, diyar kir ku di civînên jinan ên di çarçoveya jinûve avakirinê de rexneyên erênî derketin holê û wiha got: “Em ê rêxistibûyîna xwe xurttir bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya jinûve avakirinê de di 8’ê tîrmehê de li Stenbolê starta civînên gel ên baskê Marmarayê dabûn. Ev civîn bi dawî bûn. Ji bilî civînên ku di çarçoveya rexne, xwerexnekirin û kêmasiyên qewimîn de fikrên gel hatin wergirtin bi jinan re jî civîn hatin lidarxistin. Di civînên hatin lidarxistin de rexne û pêşniyarên gel hatin wergirtin. Meclisên Jinan ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dê bi van rexne û pêşniyaran re nexşerêya xwe ya serdema nû diyar bike.    Endama Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Sevtap Akdag têkildarî civînên bi jinan re hatin lidarxistin de nirxandin kirin. Akdag, bi lêv kir ku nirxandin û pêşniyarên heta niha derketine holê bi perspektîfeke polîtîk in û anî ziman ku fikra “Tirkiyebûn” a ku weke fikra HDP’ê tê diyarkirin, bi giranî ji aliyê civakê ve hatiye fêmkirin. Akdag, da zanîn ku rexneyên ku nikarin bi têrkerî vê fikrê pêk bînin û bi cih neanîna pêdiviyên siyaseta rêya sêyemîn li wan hatine kirin û destnîşan kir ku ev rexne ji bo wan erênî ne û pêşiyê li wan vedikin.   REXNEYÊN JINAN    Akdag, diyar kir ku jin jiyanê bi rêxistin dikin û anî ziman ku wan di civînên jinan de dîtin ku pergala hevserokatiyê ji hêla jinan ve hatiye qebûlkirin. Akdag, da zanîn ku jinan di civînan de qala kêmasiyên ji vî alî ve tên jiyîn kirine û diyar kir ku rexne hatine kirin ku di mijara xwegihandina jinan a li herêmî de kêmasî hene û di nava partiyê de hin nêzîkatiyên “mêrsalar” hene. Akdag, da zanîn ku di pêvajoya tevlibûna biryaran de jin bi biryar û xwedî îrade ne û wiha got: “Wan bal kişand ku divê ev qenal bi awayekî sîstematîktir û çareserkirina pirsgirêkan bên dîzaynkirin û di çarçoveya tifaqa jinan de divê bi jinan re têkiliyên berfirehtir û wekhev bên avakirin û ev yek ji bo siyaseta serdema pêş pêwistiyeke zêde ye.”   TÊKOŞÎNA JINAN A HEVPAR   Akdag, anî ziman ku Meclisa Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk bi hemû saziyên jinan re têkoşîna jinê dimeşînin û wiha berdewam kir: “Me daxwazên ku di têkoşîna jinê ya li wir de derketin holê weke daxwazên xwe diyar kirin û hewl dan vê veguhêzin qenala siyasetê û ji wir hêzê bidin vê têkoşînê. Ji bo rûbirûbûna li hemberî êrîşên li hemberî jinê, pirsa ‘Divê em têkoşîneke bi çi rengî bi pêş bixin, belav bikin?’ mijareke ku me dest bi nîqaşê kir bû. Encamên hilbijartinê hêj bêhtir lezgîniya van derxist holê. Ji ber ku em niha bi arîtmetîka Meclisê ya herî zêde dijminê jinane re rûbirû ne. Li dijî vê yekê em bi biryar in ku bi têkoşîna jinê ya li kolanan û li Meclisa ku berxwedêr e derkevin ser armancên xwe û bi beşên herî berfireh ên civakî re zemîneke civînê ava bikin.”   CIVÎNÊN JINAN DÊ BÊN ZÊDEKIRIN   Akdag, a got ku “Em ê rêxistibûyîna xwe xurt bikin” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê li herêmê, li malê, li taxê, li qadê, li kargehê, kolanê li her derê ku em lê ne pêvgavên ku têkoşîna jinan hevpar bikin pêş bixin. Pêşengtiya me ya ewil ew e ku Meclisên Jinan ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk hema hema li her qadê ava bikin. Em armanc dikin ku civînên jinan zêde bikin.”   DÊ DI SERDEMA NÛ DE ÇI BÊ KIRIN?   Akdag, diyar kir ku rexneyên jinan ji xwe re weke ‘peywîr’ dibînin û têkildarî polîtîkaya ku ew ê di dema nû de bişopînin ev tişt gotin: “Di civînên ku me pêk anîn de me got, 'Em hatine we guhdarî bikin, siyaseta ku me kiriye bi bandora we ji nû ve hîn bibin.’ Em ê li ser çareseriya van pirsgirêkan komxebatan li dar bixin. Em ê hewl bidin ku van peywirên ku di atolyeyan de ji me re hatine dayîn, di dema pêş de siyaseta me ya jinê û rêya sêyemîn çawa were teşekirin veguherînin pêşniyarên siyasetê. Û di pêvajoya konferans û kongreyan de ku em ê piştre lidar bixin, em ê van hemûyan veguherînin polîtîkaya bingehîn a serdema pêş. Me ev soz da jinên li wir. Ji bo bicihanîna pêdiviyên vê sozê, weke jinên ku di nava partiyê de siyasetê dikin, em bi rengekî bêeman dixebitin.”   BANG LI JINAN KIR KU ‘BI HEV RE TÊBIKOŞIN’     Akdag, bi gotina “Em ne mehkûmî vê despotîzm, zayendîperestî, şovenîzm, siyaseta şer û kedxwariyê ne ku hewl tê dayîn weke qedera me bê nîşandan. Weke jinên ku jiyanê diafirînin, di têkoşîna guherîn û veguherîna jiyanê de, di warê şêwaz, armanc û avakirina vê polîtîkayê de, pir pêdivî bi mafên jinan, yekitî, hevgirtin, rêxistinbûn û berxwedanê hene” bang li hemû jinan kir ku ji bo têkoşînê mezin bikin bên bahev.”   MA / Rûkiye Adiguzel