Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin 2023-08-07 14:48:15   RIHA - Li Rihayê di qenala avdanê ya DSÎ’yê de cenazeyê jinekê hate dîtin.    Li navçeya Halîliye ya Rihayê di qenala avdanê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de cenazeyê jinekê hate dîtin. Welatiyên ku cenazeyê jinê ferq kirin, li Navenda Bangawaziyên Lezgîn 112’ê geriyan. Komên agirkujiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Cenaze ji qenalê hate derxistin lê nasnameya wê nehate tespîtkirin.    Tê gotin ku temenê jinê derdora 20-25 e û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê.