Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn 2023-08-12 18:44:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama danezana konferansa jinan a di pêşengtiya TAJÊ de li Silêmaniyê hate lidarxistin de banga nasîna vîna Şengalê hate kirin.    Li Silêmaniyê Konferansa di bin pêşengtiya TAJÊ ya bi dirûşmeya “Têkoşîna Hevbeş a Jinên ji Pêkhate û Baweriyan Pêngavekê ber bi Pergalek Demokratîk û Misogeriya Bidawî Anîna Komkujiyê ye” bi dawî bû. Encamnameya konferansê hate parve kirin.   Di konferansê de jinên êzidî, kakeyî, zerdeştî, feylî û mesihî amade bûn. Di konferansê de ji bilî peyamên sazî û rêxistinên jinan, du panel hatin pêşkêşkirin. Di panelan de komkujî û siyaseta li dijî pêkhate û baweriyên cuda tê meşandin hat niqaşkirin. Her wiha behsa rola jinan a di parastina çand, ziman û baweriyan de hat kirin. Di konferansê de teqezî li ser têkoşîna hevpar a jinan hat kirin.   Konferans bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ qediya.   ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ HATE RAGIHANDIN   Encamnameya konferansa pêkhate û baweriyên cuda yên jinan hat ragihandin. Di encamnameyê de wiha hate gotin: ‘’Em jin ji dil bawer in ku eger em xwe li ser esasê vîna azad bi rêxistin bikin, ji bo welat û civaka me wê azadî, aştî û demokrasî bi pêş ve biçin, ji wê boneyê tevkariya me ya bi hev re gelek giring e.’’   Encamnameya konferansê wiha ye:   “Naskirina fermanê ne bes e, bi berpirsyariya xwe rabibin.   12 Tebaxa 2023‘yan TAJÊ li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya “Têkoşîna Hevbeş a Jinên ji Pêkhate û Baweriyan, Pêngaveke ber bi Avakirina Pergalekî Demokratîk û Mîsogeriya Bidawî Anîna Komkûjiyan e“ konferansek lidarxist.   Bi destên dîjminên jin, jîn û mirovahiyê DAIŞ‘ê li dijî gelê Şengalê 3‘yê Tebaxa 2014‘an qirkirin û jînkujiya ku pêk hatiye, em di salvegera 9’emîn de qetlîamê bi tundî şermezar dikin, tevahî mexdûr û windahiyan bi rêzdarî bi bîr tînin.   Gelek saziyên navdewletî û parlamentoyên welatan ev êrîşa hovane weke qirkirin qebûl kir, em vê biryara wan wek gavekî erênî û giring dibînin û bang li wan hêz û welatan dikin da ku li gor vê biryarê tev bigerin. Bi taybetî em dixwazin ku hemû dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran zend û bendên xwe ba bidin.   DIVÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ TIŞTÊN HATINE JIYÎN WEKE JENOSÎD BI NAV BIKE   Heya vê gavê jî parlamentoya Iraqê komkujiya 3‘yê tebaxa 2014‘an wek jenosîd û qirkirina jinan nas nekiriye. Em jin dibêjin ku divê parlamentoya Iraqê demîldest tiştên hatine jiyîn wek jenosîd bi nav bike û nas bike. Iraq welatekê bi pir bawerî, çand û nasnameyên etnîkî ye. Bi saya van dewlemendiyên xwe xwediyê çandeke qedîm e jî. Lê mixabin ev cihêtiyên ku bingeha jiyana demokratîk in, ji hêla polîtîkayên desthilatdarî û mêtînger ve tê tehrîkkirin û civakan bi hev û din re didin şerkirin. Bi taybetî jî li ser nasnameya neteweyên kêm bêyî sekin êrîşan dikin. Kakeyî, feylî, zerdeştî, mesihî, şîa û kurd, asûr- suryan, ereb bi armanca qirkirinê tim êrîş li wan hatine kirin.   Îro jî ji ber jehra siyaseta desthilatdarî, olperestî û netewperestiyê xweşîkbûn û dewlemendiya çandî ya xaka Iraqê tê tunekirin. Ji bo hemû reng, deng, çand, ol û bawerî di nava azadî û aramiyê de bijîn, em jin pêşengtiyê ji bo têkoşîna demokratîkbûnê ji bo xwe wek erka herî sereke dibînin.   JENOSÎDA YEKEMÎN LI BER ÇAVÊN CÎHANÊ PÊK HAT   Jenosîda yekemîn a sedsala 21’ê beriya 9 salan, roja 3’yê tebaxa sala 2014’an li ber çavên cîhanê li Şengalê pêk hat.   Em cardin van êrîşên ku çavkaniya xwe ji netewperestî, olperestî û zayendperestî digirin bi tundî şermezar dikin û dibêjîn heya aqûbeta jinên di destê DAIŞ‘ê de çareser nebe, heya êşên jin, zarok û mirovên Şengalê neyên dermankirin wê ev rewş mîna lekeyeke reş di wijdana mirovahiyê de her hebe.   Em jinên xwedî bawerî û nasnameyên cuda yên çandî biryardariya xwe dibêjin ku divê Iraq ji bo hemû nasnameyan bibe welatekê azadtir û ewlehîtir û ji bo bipêşxistina vê em biryardariya xwe ya têkoşîna hevbeş dubare dikin. Em ê li dijî hemû êrîşan, bi taybetî jî dijî êrîşên ji aliyê pergala serdest a mêr ve rû didin, ya ku jiyanê ji bo jinan dike jehr li ser hîmê felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ têkoşînê geş bikin.   JI BO LI WELATÊ ME AŞTÎ Û AZADÎ PÊŞ BIKEVE HEVKARÎ GIRÎNG E   Em jin ji dil bawer in ku eger em xwe li ser esasê vîna azad bi rêxistin bikin, ji bo welatên me, civakên me dê azadî, aştî û demokrasî bi pêş ve biçin, ji wê boneyê hevkariya me ya bi hev re gelek girîng e.      Em mafê xwe parastin û xwebirêveberinê yê xelkê Şengalê ku qirkirin dîtiye û hîn jî hebûna wan di bin xeteriyê de ye rewa dibînin û bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku pîştgiriyê bidin vê daxwazê. Wekî ku di Peymana 9’ê cotmeha 2020’an de tê dîtin, ku ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê û PDK’ê ve hatiye îmzekirin, em tu biryarên ku bêyî tevlêbûna Êzidî û saziyên li Şengalê hatine dayîn rewa nabînin û dixwazin ku demildest dev ji van biryaran were berdan. Heger li Şengalê çareseriyek pêk were, ev yek tenê bi naskirina îradeya gelê Şengal’ê wê pêkan bibe.   BANGA LI SAZÎ Û DEZGEHÊN NAVNETEWÎ   Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî yên ji bo girtina ber li vê sûc û wêrankêriya li dijî mirovahiyê ya li Şengalê pêkhatî jî dikin ku bila xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin. Em bi taybetî jî li bendê ne ku Iraq bi awayekê fermî komkujiya li Şengalê qewimiye wek jenosî nas bike û pêşî li êrîşên dewleta Tirk yên pêk tên bigire. Ji bo windahiyên nû çênebin em bi lez û bez bang li hêzên têkildar dikin ku qada hewayî ya Iraqê ji dewleta tirk re bigirin.   Jenosîda herî dirêj ya di erdnîgariya herî berfireh de pêkhatî heya îro jî di nava hiqûqa navdewletî da mîna sucê şer nehatine qebûlkirin. Em vê rewşê xerîb dibînin û dixwazin ku êrîşa li ser jinan a li Şengalê wek jenosîd ji aliyê hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî ve û bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî sucê şer û sucê li dijî mirovahiyê bê pênase kirin û qebûl kirin.   BERXWEDANA JINÊN AFGAN SILAV DIKIN   Em pêkhateya konferansê berxwedana xwişkên xwe yên Afgan li dîjî rejîma Talîban silav dikin. Em têkoşîn û berxwedana ku li dijî vê rejîma dijmirovî û neyarê azadiya Jinan ya Jinên Afganîstanê pir hêja dibînin û hevgirtina xwe bi wan re îlan dikin. Weke beşdarên tevlî vê konferansê bûne em diyar dikin ku li hemberî vê hovîtiya ku li ser jinên Êzidî hatiye meşandin, bersiva herî baş wê bibe hevgirtin û birêxistinkirina jinan di asta gerdûnî de. Em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.