Cerdevanê tecawizkar hat girtin 2023-08-19 16:16:07 WAN - Cerdevan B.A yê ku li Elbakê tecawizî jinekê kir, hat girtin û şandin girtîgehê.   Cerdevanê bi navê B.A yê ku li gundekî navçeya Elbakê ya Wanê tecawiz li jinekê kir, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. B.A. yê ku piştî tecawiz eşkere bû hat binçavkirin, piştî karên li Qereqola Cendermeyan a Kopruagziyê birin edliyeyê.    Der barê kiryar de biryara girtinê hat dayîn û Serdozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û biryara girtinê hat dayîn.