Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket 2023-09-03 11:36:58     STENBOL - Hejmara 27’an a Kovara Jinê bi manşeta “Fragmanên mêtingeriyê yên nû; azweriya ji bo fetihkirina bedena jinê” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Hejmara nû ya Kovara Jinê ku heftane tê weşandin a 27’an bi manşeta “Fragmanên mêtingeriyê yên nû; azweriya ji bo fetihkirina bedena jinê” derket. Di hejmara nû de li gel nivîsa Derya Aydin a “Mekana nehatiye bidestxistin, azweriya fetihkirinê ya naqede; li Kurdistanê fragmanên nû yên mêtingeriyê” û nivîsa Reem Abbas a “Dema tekane rêya xelasiyê bû mirin” a hatiye wergerandin jî cih girtin.    Hulya Osmanoglû bi nivîsa xwe ya “Polîtîkaya aştiyane ya femînîst û mafên kolektîf” hewldanên jinan ên ji bo aştiyê vegotiye. Handan Coşkun di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya “Yên bi Destûra Bingehîn nekin nikarin Destûra Bingehîn binivîsinin!” de bal kişandiye ser nêzikatiya îktîdarê ya li dijî qanûnan, Esma Kaya Ceylan jî bi nivîsa xwe ya “Mîteke hatiye dizîn: Atargatîs e?” Hz. Îbrahîm e?” de qala çîrokeke din a ji jinan hatiye dizîn anku çîroka rast a Gola Masiyan.    Tevahiya nivîsên nû yên di hejmara nû de wiha ne:    * Mekana nehatiye bidestxistin, azweriya fetihkirinê ya naqede; li Kurdistanê fragmanên nû yên mêtingeriyê  / Derya Aydin   * Dema tekane rêya xelasiyê bû mirin  / Reem Abbas   * Polîtîkaya aştiyane ya femînîst û mafên kolektîf / Hulya Osmanagaoglû   * Yên bi Destûra Bingehîn nekin nikarin Destûra Bingehîn binivîsinin! / Handan Coşkun   * Mîteke hatiye dizîn: Atargatîs e yan Hz. Îbrahîm? / Esma Kaya Ceylan