Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket 2023-09-10 12:31:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e” derket.    Hejmara 28’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e” derket. Di vê hejmarê de dosyaya bi ser navê “Şerê bêdawî yê jinan: Qirkirina zayendî” ku ji aliyê Koma Kovara Jinê ve hatiye berhevkirin de balê dikişînin ser bedena jinê ku çawa bûye amûrê polîtîkayê. Ayşe Duzkan jî di nîvsa xwe ya bi sernavê “Mêr pîr dike” de balê dikişîne ser zewacê bê ka çawa jinan diqedîne.    Di nivîsa Oya Açan a bi sernavê “Navbeynkarî û koletiya jinê” de tê gotin ku bi navbeynkariya ji bo neqfiyeyê dê mafên jinan bên desteserkirin. Selma Gungor jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Em ji bo tenduristiya xwe dev ji cigareyê berdin” de aliyên nebaş ên kişandina cigareyê vedibêje.   Di Wergera gotara Marîa Dolores Marroquín a bi sernavê “Kolonîzekirina laşên me” de jî îstîsmarkirina laş hatiye vegotin.   Tevahiya nivîsên di hejmara nû de ev in:    Şerê bêdawî yê jinan: Qirkirina zayendê /Koma Kovara Jinê   Mêr pîr dike /Ayşe Duzkan   Navbeynkarî û koletiya jinê / Oya Açan   Ji bo tendirustiya xwe dest ji cigarê berdin / Selma Gungor   Rizgarkirina laşê xwe ji kolonîzekirinê / Marîa Dolores Marroquîn