Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê 2023-09-15 12:45:19 WAN - Jin ji bo meşa salvegera serhildana “Jin jiyan azadî” ku dê li Wanê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em ê bi xwedîderketina felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bin.”   Jîna Emînî sala par li paytexta Îranê ji hêla hêzên Geşt-î Îrşadê hate binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin. Piştî vê qetilkirinê li paytexta Îranê ya Tehranê berxwedana bi navê “Jin jiyan azadî” rû da. Jin di salvegera vê qetlîamê de amadekariyên derketina qadan dikin.    Jin dê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 16’ê Îlonê roja şemiyê li Qada Bêşyola Rêya Armûşa Wanê meşekê li dar bixin.    Jinên ji bajarên Serhedê dê bên Wanê û bi dirûşmeyên “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” û “Ji qetilkirina jinan re na” meşekê li dar bixin.   DÊ DI 16’Ê MEHÊ DE WERE LIDARXISTIN   Rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mukaddes Karakoç destnîşan kir ku jin dê ji bo azadiya xwe li qadan bin û wiha axivî: “Em wek jin dê hesaba her jina hatiya kuştin, bipirsin. Em ê li dijî tacîz, tecawîz û qetilkirina jinan di 16’ê îlonê de li qadan bin. Em ê xwedî li felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ derbikevin. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo ji qetlîamên jinan re bêjin ‘raweste’ tev li meşe bibin.”   FELSEFEYA JI ROJAVA XWE GIHAND ROJHILATÊ   Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Şengul Polat jî bal kişand ser geşedanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê û wiha got: “Piştî qetilkirina Jînayê li Rojhilatê li dijî hikûmetê serhildaneke cidî pêk hat. Di serhildanê de bi sedan jin, ciwan û zarok hatin qetilkirin. Di civakekê de porê jinê weke ‘exlaq’ were pênasekirin ew civak civakeke kêm e û em ê bi awayeke domdar li dijî vê ferasete bisekinin.”   Polat bilêv kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bûye gerdûnî û wiha axivî: “Di pêşengtiya tevgera jinê ve ev dirûşm niha li her derê ye. Dirûşm xwe ji Şoreşa Rojava gihandiye Rojhilatê û pêşengtiya vê yekê jî jin kirin. Em ê di 16’ê îlonê roja şemiyê de li kolanan bin. Em ê bi hev re xwedî li têkoşîna jinê derbikevin û denge xwe bêhtir berz bikin.”   Hevseroka Rêxistina HDP’a Rêya Armûşê Canan Ûzûnay jî jinên Serhedê vexwend meşê.    Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Cansû Kiliç jî ev bang kir: “Divê meşa ku em ê li Wanê li dar bixin taybetî jin, hemû ciwan bi awayeke xurt tev li bibin.”