Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin 2023-09-16 15:58:04   AMED - Li navçeya Peyasê zilamê bi navê A. Altan, Ayşe Altan a pê re di pêvajoya hevberdanê de bûn qetil kir.    Li navçeya Peyas a Amedê, jina bi navê Ayşe Altan (31), ji aliyê zilamê bi navê A. Altan ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve bi çekê hate qetilkirin. Cenazeyê Ayşe Altanê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.    Hate zanîn ku faîlê Ayşe Altan qetil kir, hatiye binçavkirin û ew birin miduriyeta polîsan.    Li aliyê din hate zanîn ku Ayşe Altan 3 meh bûn di pêvajoya hevberdanê de bû û bi malbata xwe re dima. Hate diyarkirin ku faîl duh bi şev Ayşe Altan bi hinceta pê re biaxive ji mala malbata wê biriye mala xwe û qetil kiriye.