Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur 2023-09-19 09:31:00   MÊRDÎN - Jineke ku bi "polîtîkayên şerê taybet" ên li Kurdistanê rastî destdirêjiyê hat û paşê ew kirin sîxur, tiştên hatine serê wê û polîtîkayên tên meşandin vegot.    "Polîtîkayên şerê taybet" ku di salên 90'î de li Kurdistanê bi rêbazên wekî cinayetên "kiryar nediyar", windakirina di binçavan de, destdirêjî û destavêtinê hatin pêkanîn, di salên dawî de bi êrişên li ser bedena jin û zarokan tên domandin. Jinên ciwan ên bi destê komên mafyatîk-mîlîtarîst, çawîşên pispor û cerdevanan hedef tên girtin, bi destdirêjî û destavêtina li wan hatiye kirin gef li wan tê xwarin û di nava kar û barên sîxurtiyê de tên bikaranîn.    Çend roj berê li Mêrdînê yek jê cerdevan 3 kesan destdirêjî jineke 21 salî kiribûn, lê her sê kes piştî îfadeya di binçavan de hatibûn berdan. Lê belê li bajêr bi dehan bûyerên bi vî rengî hene.    Li Mêrdînê bûyerek din a bi bêbextiyê hatibû kirin, derket holê. Jina ciwan ku tiştên hatine serê wê wekî dîmen tomar kirine, bi gotinên xwe dide der ku bê li Kurdistanê "polîtîkayên şerê taybet" di kîjan astê de tên kirin.    DESTDIRÊJÎ Û SÎXURTÎ   Di dîmenê de jina ciwan dibêje "Ger niha ev vîdeo bê temaşekirin fêm bikin an ez ne sax im an jî tiştek hatiye serê min" û bilêv dike ku cerdevanekî dest dirêjî wê kiriye û paşê sîxurtî lê ferz kiriye. Jina ciwan di qeyda dîmenê de dibêje di sala 2021'ê de cerdevanê bi navê Z.A. nas kiriye û Z.A. dest dirêjî wê kiriye û paşê bêyî rizaya wê bi awayekî sîstematîk destdirêjiya li wê dewam kiriye.    Jina ku zarokekî/e wê heye, di dîmenê de radigihîne ku paşê Z.A. wê û elemanekî "îstixbaratê" bi hev daye naskirin û wiha dibêje: "Got 'ez ê te bi îstixbaratê bidim naskirin, gava ji te pirsîn tu yê bibêjî em ji zarokatiyê hev du nas dikin, min bi rêya facebookê xwe gihandiye wî û ez ji hevjînê xwe aciz bûme û hatime cem wî.' Min ji Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Mêrdînê M.B. û Î.O. nas kir. Ger midûriyeta polîsan ser wê negire, hemû di kamerayên mobbeseyê yên li jor de hene. Diviyabû min bigota ez û ew ji hev hez dikin, ez ê bi îstixbaratê re bixebitim û ji bo îstixbarat ji min yeqîn bike divê ez ji hevjînê xwe xelas bibim."    TELEFON Û XETEK DANE WÊ   Jina di dîmen de, axaftina xwe wiha didomîne: "Dewletê telefonek û xetek da min. Min her tişt tevlihev kir. Du meh berê ew telefon bi min re hat dîtin. Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Mêrdînê ewraqeke sixte ji min re çêkir û ji bo hevjînê min şikê neyne ser min, xwestin ez car din bi wan re bixebitim. Haya îstixbarata Mêrdînê, haya Z.A. jê heye yan na ez niznaim. Çawa ketiye nava van lîstinan nizanim."    Jina ciwan di qeydê de dibêje birayê wê yê ku wekî Z.A. cerdevan bûye par di şerekî de miriye û berprisê mirina wî jî hevjînê wê û malbata wî ye û têkildarî kesên malbata xwe û gundiyan de agahî ragihandine. Jinan ciwan diyar dike ku ên ev agahî dane wê Z.A. bûye lê wekî agahî yên wê bin ragihandiye îstixbaratê û dibêje gava xwestiye ji nava van tiştan derkeve gef lê hatine xwarin: "Z.A. wekî lîçikê bi min ve zeliqî. Min çi dikir min nikaribû xwe jê xelas bike."    MA / Ahmet Kanbal