Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand 2023-09-29 10:40:57     RIHA - Parêzer Meral Halat bertek nîşanî kêmkirina cezayê kujerê Hasret Tûtal da û got: “Dadgehê ne bersûc, Hasretê darizand.”    Li taxa Akpiyar a navçeya Karakopru ya Rihayê di 7’ê cotmeha 2021’ê de Şervan Gulel (34) bi demançeyê Hasret Tûtal qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî qetilkirinê di çarçoveya lêpirsînê de di 6’ê hezîranê de ji sûcê “li dijî jinê kuştina bi qestî” îdianame amade kir. Danişîna biryarê ya dozê di 27’ê îlonê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji sûcê “kuştina bi qestî” cezayê meubedê li kujer Gulel birî. Her wiha şandeyê bi sedemên “tarhîka neheq” û “halê baş” kêmkirina ceza sepand û ceza daxist 15 salan.    Malbata faîl Gulel piştî dozê li ber edliyeyê gefan li parêzerên malbata Tûtal xwar. Ji parêzerên malbata Tûtal Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Meral Halat kêmdayîna cezayê ji bo faîl nirxand û got: “Parêzerê faîl û malbata wî her tim me hedef nîşan didan. Xwedîderketina dozê faîl û malbata wî aciz dikir. Parêzerên bersûc digotin ku ev doz ne doza ‘cînayetên jinan e’. Em li dijî vê derketin û me parastina vê kir.   NE KUJER, LÊ HASRET HAT DARIZANDIN   Di dadgehê de ne bersûcê zilam lê Hasreta ku hat qetilkirin, hat darizandin. Tevî ku tundî li Hasretê hatiye kirin û serî li cihên fermî daye jî lê dîsa hedef hatiye nîşandan. Tevî ku tu delîl û îbareyek jî ji bo kêmkirina tahrîka neheq tune bû jî ceza hat kêmkirin. Ji bo hincetê jî beyanên bersûc bi awayekî têrkirî hat dîtin.”    GEF LI WAN HATIYE XWARIN    Halat diyar ir ku piştî biryar xwendin û danişîn qediya malbat û nasên faîl jinekê tacîz kirine, gef lê xwarine û gotinên heqaretî li parêzeran kirin. Halat destnîşan kir ku darazê cezayek wek xelatê daye faîl û kujer dixwazin bi vî awayî cesaret ji dewletê bigirin û qetlîaman pêk bînin. Halat got ew ê li ber vî cezayê hindik ku hatiye birîn rabin û ji bo biryar xera bibe dê serî li dadgeha bilind bidin.    MA / Ceylan Şahînlî