Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin 2023-11-20 14:03:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê jinan di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re name şandin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinan Azad (TJA) ya Wanê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de ji jinên li girtîgehên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê girtî ne re, name hatin şandin. Jinên li avahiya TUHAY-DER'ê ya li Kolana Hunerê hatin bahev, nameyên nivîsandin xistin zarfan. Jin pişt re bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” ber bi postexaneyê ve meşiyan. Polîsan xwestin jinan asteng bikin lê li gel astengiya polîsan jî jinan meşa xwe dewam kir.    Li ser navê jinên hatin postexaneyê Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr axivî û  diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundiyê mezin bikin û xwest 25'ê Mijdarê ji bo hemû jinan bibe sedema wekhevî, demokrasî û azadiyê. Piştre jin ketin postexaneyê û qertên ku amade kiribûn ji girtiyan re şandin.   RIHA    Odeya Bijîşkan a Rihayê jî têkildarî 25’ê mijdarê li avahiya odeya xwe daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Jinan a Rihayê Platforma Jinan a Bajêr û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li daxuyaniyê bûn. Yek ji rêvebera Odeya Bijîşkan Derya Bûlgûr, da zanîn ku aktîvîteyên îsal dê diyarî Op. Dr. Aynûr Dagdemîr a di 19’ê mijdara 2015’an de ji aliyê Yûsûf Demîrbaş ve hatiye qetilkirin bikin û wiha got: “Her du roj jî rojên sembolik ên têkoşîna me ya li dijî tundiya li dijî jinê ye. Êş û hêrsa me hêj nû ye, têkoşîna me bêdawî ye. Çîrok, têkoşîn û cesareta wan ji me re dibin çavkaniya hêvî û îlhamê.”