Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e 2023-11-22 09:10:07     WAN - Li Wanê dê fînala çalakiyên 25'ê Mijdarê li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê bê lidarxistin. Jinan bi dirûşma "jin, jiyan, azadî"yê hemû hevcinsên xwe vexwendin çalakiyê.    Li Wanê di 19'ê mijdarê de dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê ya Navneteweyî dest pê kirin. Fînala çalakiyên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin destpêkirin, dê di 25'ê mijdarê de li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê bê lidarxistin. Aktîvîstên TJA'yê ku diyar kirin îsal 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "ber bi azadiyê ve" pêşwazî dikin, hemû hevcinsên xwe vexwendin qadan.    BANGA JI BO RÊXISTINBÛYÎNÊ   Têkildarî mijarê Aynûr Tarhan diyar kir ku 25'ê Mijdarê hem bi coş hem jî bi xemgînî pêşwazî dikin. Tarhan, bilêv kir ku sedema xemgîniya wan tundî ye û wiha got: "Em xemgîn in lê em têkoşîna her jinê hildgirin û vê rêyê didomînin. Em ew jin in ku me tundiya malbat, mêr, dewlet û gelek tundiyên din dîtiye. Ji bo xuyangiya deng, reng û hêza jinê, em ê heya 25'ê Mijdarê li qadan bin."    Tarhan, anî ziman ku divê tundiya li ser jinê li her qadê bê teşhîrkirin û wiha domand: "Gelek hevalên me yên jin ên ku rastî tacîz û destdirêjiyê hatin û daxilî nava tiryak û fihûşê hatine kirin hene. Em ji bo dengê wan ragihînin, em ji hefteya ewil a 25'ê Mijdarê ve daketin qadan. Me di vî warî de kampanyayek da dstpêkirin û 'pêşîlêgirtina li tundiya li ser jinê' milekî vê kampanyayê bû. Em bang li hemû jinên rastî tundiyê hatine dikin ku li dora vê kampanyayê bibin xelek û bi hêza dirûşma 'Jin, jiyan, azadiyê' xwe birêxistin bikin û pêşî li ber komkujiyan bigirin."    BANGA JI BO MEŞA 25'Ê MIJDARÊ   Tarhan, hemû jin vexwend fînala ku dê roja şemiyê li dar bixin û ev tişt anî ziman: "Em ê careke din biqîrin ku tu jin ne bi tenê ye, têkoşîna jinê têkoşîneke rêxistinkirî ye û em dengê hemû jinan e. Em ê di 25'ê Mijdarê de meşekê li dar bixin. Em hemû hevalên xwe yên jin vedixwînin vê çalakiyê. Kî were dê bibe dengê jinekê. Em bi hev re têkoşîna xwe xurt bikin."    ‘JI TUNDIYÊ RE NA'   Aktîvîsta TJA'yê Oznûr Evîn jî destnîşan kir ku armanca wan a sereke pêşîlêgirtina li tundiyê ye û wiha pê de çû: "Divê jin xwe birêxistin bikin. Lewma em êd i 25'ê Mijdarê de bibêjin ji tundiyê re na û li qadan bin. Em jinên rêxistinkirî, em hewl didin hemû jinan birêxistin û serwext bikin. Di vî warî de gelek hevalên me encamên girîng bi dest xistine. Aqilê dewletê mudaxileyî deng û rengê jinê dike. Dixwaze mafên jinan binpê bike. Lê em bi awayekî rêxistinkirî bersiva vê didin."    Têkildarî aktîvîsta TJA'yê Mûkaddes Karakoç jî diyar kir ku bi salan e li dijî tundiya mêr-dewletê têdikoşin û got ku divê jin tenê ne rojekê her roj li dijî feraseta mêrsewer têbikoşin. Karakoç, anî ziman ku her roj bi dehan jin tên kuştin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo pêşîlêgirtina li kuştina jinan divê em li qadan bin. Ji ber aqilê mêr bi dehan hevalên me tên kuştin û daraz jî kiryaran ceza nake. Em ê bi têkoşîna jinan dawî li van kuştinan bînin. Divê di 25'ê Mijdarê de reng û dengê jinê derkeve holê. Dê hêza jinê, feraseta mêrserweriyê tune bike. Em têkoşîna xwe ya rêxistinkirî di 25'ê Mijdarê de bidin der û bibêjin 'ji tundiyê re na' û tev li meşê bibin."