Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan' 2023-11-22 21:27:11   ŞIRNEX - Parlamentera HEDEP'ê  ya Mêrdînê Beritan Guneş di panela jinan de axivî. Guneşê bal kişand ser tecrîdê û got: "Heke ku pergala cîhanê biguhere, ev dê beyî jinan û paradigmaya birêz Ocalan çênebe.”   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de panela "Tecrîd û Qirkirina Jinan" li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Beritan Guneş û endama Komeleya Jinan a Starê ya Wanê Rojbin Bor wekî axivêr tev li panelê bûn. Panela li bazara kedê ya jinan hat lidarxistin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidan, rêxistinên civaka sivîl,  Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistina HEDEP'ê ya bajêr û yên navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn. Di panelê de pankarta “ Dem dema azadiya jinan e” hat daliqandin.    ‘LI SER TUNEBÛNA JINÊ XWE DIKIN HEBÛN’    Panel bi axaftina Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê dest pê kir. Guneşê di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser jinan tên kirin û wiha axivî: "Pêşiya ku em behsa 25’ê mijdarê bikin divê em qala pergala baviksalarî ya bi salan e di nava me de ye bikin. Ev tundî ji hêla dewletê ve jî li ser jinan tê kirin. Îro bi hezaran jin tên kuştin û kujerên wan bê ceza dimînin. Ev kujer hêza xwe ji dewletê û polîtîkayên bêcezakirinê distînin. Lê tevî vê tundiya derûnî jî heye li ser jinan . Bi her awayî hestên jinan tên bikaranîn. Di encama şerê taybet de gelek jin tên kuştin. Jin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên qetilkirin. Minaka vê jî Îpek Er û Gulistan Dokuû ne. Her wiha di hêla aborî de jî tundî heye li ser jinan. Bi her awayî keda jinan tê binpêkirin. Bi her awayî êrişê dibin ser jinan. Li ser tunebûna jinê hebûna xwe ava dikin. Êrişên wan herî zêde jî di hêla çand û ziman de ne. Bi politikayên qirkirina çand û ziman dixwazin ku hebûna me  bime bidin jibîrkirin. Bi plana Şark Islahatê jî serî li vê dan. Û dibêjin em di serî de ji jinan dest pê bikin. J ber wê dizanin ku heke ku jin bi zimanê xwe neaxive zarok jî nikarin biaxivin. “    ‘GUHERTINEK ÇÊBIBE EV DÊ BÊYÎ PARADÎGMAYA OCALAN NEBE’    Guneşê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Birêz Ocalan li dijî van polîtikayan hêza çareseriyê ye. Ji ber wê serî li komploya navneteweyî dan  û biréz  Ocalan teslîm girtin. Îro tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Ji ber wê gelê ku vê bi paradigmayê dizanin û doza aştiyê dikin  doza  azadiya Ocalan dikin. Ew welatên ku em wan nas nakin jî îro doza azadiya Ocalan  dikin. Ji ber wê divê em êdî tecrîdê bişkînin. Îro bi saya vê paradîgmaya birêz Ocalan tekoşina jinên kurd li her deverên cîhanê tê nîqaşkirin. Jinên kurd li dijî hovitiyeke weke DAÎŞ’ê li ber xwe da. Heke pergala cîhanê biguhere ev dê bêyî jinan û paradîgmaya  birêz Ocalan çênebe. “   ‘NE TENÊ BI ÇEK PIRALÎ ÊRIŞÎ ME DIKIN’    Piştre ji Komeleya Jinan a Star a Wanê Rojbin Bor axivî.   Borê jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ku li ser jinan tê meşandin û wiha got: "Îro em bi xwe jî li dijî diktaroriyekê tedikoşin. Ev dîktator civaka baviksalarî ye, mêrê desthilatdar û dewleta desthilatdar e. Di 2’yê mehê de çawşên pispor  li Wanê êrişî jinan kirin. Li wir berteka  gel girîng bû. Lê belê gotina çawîşên psipor balkéş bû. Gotin,’Ev der welatê me ye û em çi bixwazin em ê wê bikin’ lê binêrin şerê taybet wisa xwe birêxistin dike. Heman mînak li Elkê jî çêbû ū fermandarê ku tevlî daweta çawîşekî pispor bibû got, ’êdî tekoşina me ya li dijî terorê ev e.’ Li vir me dît ku dewletê şerê xwe yê taybet li dijî jinên kurd da destpêkirin. Me vê di bûyera Îpek Erê de jî dît. Mûsa Orhan pişta xwe spart dewletê û ji ber wê ev tişt kir. Divê em zanibin ku ev kes bi taybet tên hilbijartin û li Kurdistanê tên bicihkirin. Êdî dewlet ne tenê bi çekê, bi awayekî piralî êrişî me dike. Çima herî zéde li ser me jinan disekinin, ji ber ku dizanin ev tekoşina azadiyê tevgera jina azad e. Ji ber wê sond xwarine ku vê têkçûyinê bi jinan pêk bînin. Divê em jin her tim hişyar bin û nekevin tora hêzên mêtingeriyê. Divê em di her kêliyên jiyanê de li ber xwe bidin.”    Panel bi nîqaşan bi dawî bû.