Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin 2023-11-23 13:56:23   HATAY - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari ku li navçeya Defneyê bi jinên ku mexdûrên erdhejê ne re civiya, destnîşan kir ku ji bo mexdûrên erdhejê neyên jibîrkirin divê herkes dengê xwe derxîne û wiha got: “Em ê vê birînê bi hev re derman bikin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî de li Hatayê bi jinên ku mexdûrên erhejê ne re civiya.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan, parlamenterên HEDEP’ê Sevilay Çelenk û Perîhan Koca û jinên endamên partiyê jî bi Hatîmogûllariyê re bûn. Hatîmogûllari û şandeya pê re ewilî li Mala Gund a Kevin a li Taxa Ballioz a navçeya Defneyê bi jinan re hatin bahev. Hatîmogûllari, li vir pirsgirêkên jinên ku mexdûrên erdhejê ne guhdar kirin.    Hatîmogûllari, anî ziman ku daneyên kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dan ên desthilata AKP’ê aşkere kirin ne rast in û anî ziman ku zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan. Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku tenê yên Hatayê ew qas bin. Di apartmanên kêleka me de me pêncî sed mirov winda kirin û ev ne reqem in. Her yek caneke, jiyaneke, zarokên di hembêza dayika xwe de ne… Ji me hemûyan re careke din gelek derbasî be. Kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.”   ‘DIVÊ AVAHIYAN BÊPERE BIDIN WELATIYAN’    Hatîmogûllari, diyar kir ku mexdûrên erhejê weke partiyê tu car ji rojeva wan derneketine û wiha berdewam kir: “Me erdhej li Meclisê, li kolanan li her derê bi şev û roj anî ziman. Ji ber ku xaniyên me hilweşiyan, ji ber ku em êşa vê derê baş dizanin. Jin pir zehmetiyan dikişînin. Hêj jî tiştên ku divê bên çêkirin nehatine kirin û aşkera nakin jî dê çi bikin. Ev avahî dê kengî bên çêkirin? Ev avahî dê kengî û çawa bidin welatiyan? Ne diyar e. Em dibêjin ku divê ev avahî û kargeh bêpere bidin welatiyan û ji bo vê têdikoşin.”   Hatîmogûllari, ji bo ku mexdûrên erdhejê neyên ji bîr kirin banga hestiyariyê li herkesê kir û wiha got: “Heke em bên ji bîr kirin wê birînên me kûrtir bibin. Ji ber wê yekê ji bo em xwe nedin ji bîr kirin, em ê dengê xwe bilind bikin, ji kerema xwe hûn jî wisa bikin. Hûn jî qet bêdeng nebin. Li her derê hûn dikarin dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku tu çareyeke me ya din nîne. Em ê vê birînê bi hev re derman bikin.”   Hatîmogûllari û şandeya pê re piştî hevdîtinê derbasî navçeya Samandagê bûn û dê li vir jî bi jinan re bicivin.