Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin 2023-11-25 09:01:06   RIHA - Rêvebera NADA'yê Abeer Hassaf anî ziman ku berxwedan û tifaqa jinan her roj mezintir dibin û wiha got: "Astengiya li ber rêxistineke jinan a gerdûnî, dîwarên netew-dewletan e. Divê jin rêxistin û tifaqa xwe xurttir bikin û wî dîwarî hilweşînin."   Li seranserî cîhanê pergala faşîzan a dewletên baviksalar serwer e. Jin, van polîtîkayên ku bi darê zorê li civakê tên ferzkirin red dikin û dadikevin kolanan. Li Rojhilata Navîn jî ku milîtarîzm hebûna xwe bi şer û rûxandinê didomîne, jin sînorên heyî diguherînin û pêşengtiya guhertinê dikin. Li dijî qirkirina jinan a li Rojhilata Navîn, jin mohra xwe li bin pêngaveke nû xistin û di 12’ê cotmeha 2020’an de Înîsiyatîfa ji bo Ewlekarî û Aştiyê, Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirinên Jinan ava kirin. Di serdemeke wiha de ku êrişên netew-dewletan  bênavber didomin, jinan têkoşîna xwe mezintir kir û di vê çarçoveyê de li paytexta Libnanê Beyrûdê di 31’ê Tîrmeha 2021’an de 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur li dar xistin. Di çarçoveya xebatên konferansê de biryara avakirina Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur û di asta neteweyî de jî biryara avakirina Komîteya Jinan a Herêmî hat dayîn. Di çarçoveya biryarên van saziyan de, Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA) hat damezirandin.   Di 8’ê Adara 2022'yan de di Roja Jinan a Cîhanê de jî damezirandina NADA’yê hat ragihandin. Piştî damezrandina NADA'yê, 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” di 5-6'e Mijdara 2022'yan de li Berlînê hat lidarxistin.   Rêvebera NADA'yê Abeer Hassaf   Beşdarvana Konferansa Berlîn û Rêvebera NADA'yê Abeer Hassafê têkildarî têkoşîna jinan ku li dijî tundiya li Rojhilata Navînê xurt dibe û xebatên konferansê ji ajansa me re axivî.   JI ŞOREŞA FRANSAYÊ HEYA ŞOREŞA ROJAVAYÊ    Abeer Hassafê destnişan kir ku li cîhanê hem rêxistina jinan xurt dibe hem jî li dijî vê tundî jî zêde dibe û wiha got: "Jin parastina nirxên nû di nava civakê de dikin. Her dem jin çandê diparêzin ku em hê kûrtir herin, jin her dem bûye hêza aştiyê. Jin tu carî nebûye hêza şer, nebûye hêza ku êşê belav bike. Tim û tim hewl daye ku aramiyê çêbike. Jin her dem jiyanê afirandiye li derdora xwe. Ji bo vê yekê li kêleka şer berxwedaneke jinan jî her dem hebû. Îro li derdora me, li her aliyî şer heye. Yên di şer de herî zêde diêşe jin û zarok in. Ji bo vê yekê her dem jin hewl dide aştiyê belav bike. Jinê hem aştî belav kir hem jî rêxistina xwe ava kir. Îro di nava rêxistinên xwe de têkiliyê xwe xurt dikin. Şer ne sekiniye, lê li dijî vê berxwedana jinê jî ne sekiniye. Ji Şoreşa Fransayê heya Şoreşa Rojavayê jin di nava hemû şoreşan de rol û mîsyona xwe lîstine. Şoreşa Rojavayê şoreşa jinan e."   'TUNDÎ JÎ BERXWEDAN JÎ MEZIN BÛ'    Abeer Hassafê anî ziman ku di nava şer û pevçûnê de çi qas tundî zêde be jî, tifaqê jinan jî ew qas xwe birêxistin dike û wiha domand: "Ev 5 hezar sal in jin dibin tundiyekê de ne, lê li dijî vê jî di nava têkoşînekê de ne jî. Jin îro li gelek cihan tên cem hev û ji bo pisgirêkên xwe bi hev re têdikoşin. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê jî jinan bi navê NADA'yê tifaqa xwe xurt kirin. Çi qas tundî çêbe berxwedan jî dibe. Li dijî jinê tundî bi du rengan derdikeve pêş. Tundiya civakî û tundiya siyasî-polîtîk. Li Rojavayê jî ev her du tundî hebûn, lê şoreş hat lidarxistin û jinê berxwedanake bêhempa kir. Jin bi çekên xwe ji jinên cîhanê re bûn numûne. Hêzeke mîna DAIŞ'ê têk birin. Yekîneyên xwe ava kirin. Hemû netew anîn cem hev û civakeke jinan ava kirin. Dîwarê di navbera tifaqa jinan de hatin avakirin, dîwarê netew-dewletan hatin hilweşandin. Jinan dest dan hev. Ji bo rêxistineke jinan a navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê hemû werin hilweşandin. Xweparastina jinên Rojavayê ji bo jinên cîhanê mînak e."   'HÊ RÊYEKE DIRÊJ LI HEMBERÎ JINA HEYE'    Abeer Hassafê bibîr xist ku têkoşîna jinan îro gihaştiye asta herî bilind û axaftina xwe wiha domand: "Îro jinên çalakvan hedef tên girtin. Ev nîşan dide ku asta berxwedanê çi qas bilind bûye. Desthilata dewletî tu caran naxwaze û qebûl nake tiştên destê xwe de ji destê xwe berde. Naxwazin hişmendiya baviksalarî ji destê wan biçe. Lê li hemberî vê yekê jin li her derî rola xwe dilîzin. Jin dê mafên xwe li hemberî zilam bistîne. Heya were asta hem jin hem jî zilam di nava civakê de wekî hev wê têkoşîn berdewam bike. Ya xwezayî ev e. Jinan gelek merhele derbas kirin, lê ez bawer im hê rêyeke dirêj li hemberî wan heye. Divê hê gelek gav werin avêtin."   'HEWCEYÎ BI KONFEDERALÎZMA JINÊ HEYE'    Abeer Hassafê destnîşan kir ku berxwedana jinan hatiye asteke bilind lê hê jî ev ast ne ew ast e ku ew dixwazin û wiha pê de çû: "Pisgireka jinan di hemû civakan de kêm zêde wekî hev du ye. Rewşa jinên ereb çi li Misirê, çi li Libnanê çi jî li Filistînê... wekî hev e. Ji bo vê yekbûna jinê dibe xalek ku ew bi xwe kom bikin. Jin divê jiyana xwe bi xwe bi rê ve bibin. Her civakek bi rengekî ye. Armanca NADA'yê jî ev e. Armanca 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve bi dirûşmeya 'Şoreşa me: Azadkirina jiyanê' di 5-6'e Mijdara 2022'an li Berlînê hat derxistin jî ev bû. Ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ne jî Bakurê Afrîka ji bo hemû cîhanê ev hewce ye. Êş, ew pirs e ku mirovan digihîne hev du. Êşa jinan yekreng î ye. Ya ku li Berlînê jin anîn cem hev ev bû. Di konferansê de jinên kurd derketin pêş û felsefeya xwe anîn ziman. Di çarçoveya Modernita Demokratik de Konfederalîzma Jina hat nîqaşkirin. Îro li hemû cîhanê jin bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' mafê xwe dixwazin. Jin tev li konferansê bûn, hebûna xwe di wê projeye de dîtin. Çareseriya pisgirekan di vê felsefeyê de ye. Jinan ev tişt hemû anîn ziman. Biryara konferansê, bû Konfederalîzma Jinaan a ji bo jinan."   BANGAWAZÎ   Abeer Hassafê bibîr xist ku 5'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê ya Navneteweyî nêz bûye û peyama xwe wiha da: "Berxwedan û şoreşa me berdewam e. Ji bo şoreşê pir kar û xebat lazim in. Divê em jinê ji hundirê malê derxin. Bi milyonan jin hê jî di hundirê malê de veşartine. Asta me hê piçûk e. Dibê her jina gihaşt wê asta piçûk dest bide jinek din û bi xwe re rêxistin bike. Divê hemû kes dest bide ya li kêleka xwe. Îro şerê man û nemanê tê dayin. Şerê li Filistînê, Libnan, Ukrayna tê dayin ve nîşan dide. Divê jin rahêjin ala berxwedanê û kar û xebatên xwe hê mezintir bikin. Divê rêxistin û tifaqê xwe mezin bikin. Heya tifaqa gerdûnî, aştiyek gerdûnî çêbe dê tu kes gavekî jî paşve neaveji. Bi rengê aramiyê dibe berxwedan mezin bibe. Divê hemû jin bi va hestiyariya 25'ê Mijdarê dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin."   MA / Emrûllah Acar