Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin 2023-11-25 11:40:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, JINNEWS'ê çeteleya tundiyê parve kir. Di nava 10 mehan de 287 jin hatine qetilkirin û 183 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.   Polîtîkayên desthilata AKP'ê û MHP’ê ku jin û zarokan hedef digire, seranserê salê ji zêdebûna tundiyê re bingeh amade kir. Di sala 2022’yan de ku qetilkirina jinan a veguheriye qirkirinê, berdewam kir, tenê li gorî daneyên di çapemeniyê de derketine pêş, rewşa tê jiyîn derdixe holê. Jinên têkoşîn û piştevaniyê mezin dikin jî dibin hedefa desthilatan û mêran. Bi taybetî jî di meha adarê de li herêmên erdhejê tundiya li ser jinê zêde bû û ji ber kêmasiya mekanîzmayan, jin nikaribûn dengê xwe bidin bihîstin. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li gorî çeteleya 10 mehan a JINNEWS'ê 287 jin hatin qetilkirin û 183 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   FAÎL ÊN HERÎ NÊZ IN    88 jin ji aliyê mêrê pê re zewicîbûn, 22 jin ji aliyê mêrê dest jê berdabûn, 26 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, 15 jin ji aliyê kurê xwe ve, 22 jin ji aliyê nasên xwe ve, 8 jin ji aliyê kesên jê veqetiyane ve, 6 jin ji aliyê birayê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, 6 jin jî ji aliyê mêrên nas nedikirin ve hatin qetilkirin.