Fîguranên jinan gundê Germiyanê diparêzin 2017-10-12 09:26:05 ÎZMÎR – Leyla Kaya ku li gundê Germiyanê dijî, fîguranên jinan çê dike û kincên herêmî li wan dike. Kaya van fîgur û şemalan wek parêzgerên gund dibîne.  Li gundê Germiyan ê navçeya Çeşme ya Îzmîrê, dayika 5 zarokan Leyla Kaya (67) fîgurê (şekl) jinan çê dike û kincên herêmî li wan dike. Li gundê Germiyanê ev fîgurên (reşayî) jinan ên bi kincên herêmî, li nav malên çîlspî û nav erdan tên bicihkirin. Kaya ku çandiniyê dike û petêxan difiroşe, anî ziman ku reşayî çand û hunereke berê ye û niha li Tirkiyeyê li ber jibîrkirinê ye. Kaya, diyar kir ku ew bi reşayiyên jinan, hem axê hem jî karê destan didin bibîrxistin û her wiha ew bi çêkirina reşayiyan debara xwe jî dike.    'REŞAYIYÊN JINAN GUNDÊ ME DIPARÊZIN’    Kaya, diyar kir ku wê ewil ji textan reşayiya pitikekê çê kiriye û wiha domand: “Ji bo çêkirina reşayiyan ez texte mexteyên kevn berhev dikim. Du texteyan bi hev vedikim û çê dikim. Serê wan bi hirî û potikan çê dikim. Birû, çav û pora wan ji benikan çê dikim. Ez bi destên xwe xweşikahiya wan dineqşînim. Bi gorên jinan sererast dikim. Dema ez reşayiyên zarokan çê dikim, paşê ez ser çavên wan bi hiriyê çê dikim. Carinan wan dibim mîhrîcanên ku li van deran tên lidarxistin û carinan jî wan datînim ber deriyên mala xwe. Kesên dixwazin didim wan. Mirov wan li baxçeyên xwe datînin. Ez reşayiya jinên ku li xwe dinerin çê dikim. Çimkî, jin pir xweşik li xwe dikin. Dema ez reşayiyên mêran çê dikim, nexweşik in û kes wan naecibîne. Roja îroyîn hema bêje jin her roj bi şidetê re rû bir û dimînin. Bi vana mebesta min ne ew e ku jin mirovan bitirsînin, mebesta min ew e ku bi rûkenî pêşwaziya mirovan bikin. Reşayiyên rûken ên jinan gundê me diparêzin.”    'GUNDÊ ME PITIK E, DAYIKA WÊ JÎ REŞAYÎ YE’    Kaya ku got “Jin ne gundekî tenê, dikarin hemû cûhanê bi rê ve bibin” wiha axivî: “Bifikirin gundê Germiyanê pitikek e û reşayî jî dayika wan in û bi rûyên xwe yên ken wan diparêzin. Dema ez reşayiya jinan çê dikim, ez navê jinên li herêma me li wan dikim. Wek Nazmiye, Hûriye. Hewl didim ku van nirxên me yên li ber windabûnê ne zînde bikim. Dema jin bixwaze dikare her tiştî bike. Em dixwazin hunera xwe, çanda xwe veguhêzînin nifşên nû. Em naxwazin orf û edetên xwe yên berê winda bikin. Serdema modern serdemeke zehmet e. Mirov hepsî nava dîwarên betonî bûne. Bajar xerab dibin. Lê çi dibe bila bibe dîsa jî em dev ji hunera xwe bernadin û em ê veguhêzînin nifşên nû.”