Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket 2023-12-17 09:58:28   STENBOL - Hejmara 42'yemîn a Kovara Jînê bi sernavê “Dê ev roj ji bîra we dernekevin" derket.   Hejmara 42'yan a Kovara Jînê ku her hefteyê roja yekşemê tê weşandin, bi sernavê “Dê ev roj ji bîra we dernekevin" hate weşandin. Di hejmara kovarê ya vê hefteyê de bîranîn û şahidiyên jinên piştî “Operasyona Vegera Jiyanê (Hayata Donuş)" a 19’ê kanûna 2000’an de ketine rojiya mirinê û êrişên li wan hatine kirin, raxist ber çavan.    Sernavên di hejmara nû de wiha ne:   * 12 Roj / Oya Açan   * Di bin çavdêriya Netew-dewletê de mafê perwerde û zimanê zikmakî / Şukran Demîr   * Maryam Abu Daqqa: Rêwîtiya vegera Filîstînê / Capire - Werger   * Çîrokên min / Ayşe Çelîk