Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye 2024-01-02 11:45:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî êrişên zayendperest ên li dijî Başak Demîrtaş berdewam in. Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku ev êriş bi zanebûn tên kirin û wiha got: “Ên ku bêdeng dimînin bila bizanin ku Başak Demîrtaş ne bi tenê ye.”   Gelek bikarhinêrên medyaya dijîtal bertek nîşanî êrişên zayendperest ên li dijî Başak Demîrtaşê dan. Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Başak Demîrtaş ne bi tenê ye.”   Di daxuyaniyê hat gotin ku “Kesên bêdeng dimînin bila bizanin ku Başak Demîrtaş bi tenê nîne.” Bi domdarî êrişên li dijî Demîrtaş hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ev zimanê ku rêzê ji bo mafê şîngirtinê nagire, hemû nirxên civakê tune dike û dirizîne; nîşaneya wê rizîbûna civakî ye ku îktîdarê afirandiye. Dema li dijî îktîdarê rexneyeke herî biçûk jî tê kirin, di serê sibehê de bi ser malan de digirin lê li hemberî van êrişan bêdeng in. Lewma em dibêjin ku ev êriş bi zanebûn û birêxistinkirî ne. Sedem û berpirsyarê wê jî îktîdar e. Yên ku pişta xwe didin polîtîkayên dijminatiya li dijî jinan û êrişî rêhevala me dikin, kesên li dijî van êrişan bêdeng dimînin divê baş bizanin ku Başak Demîrtaş ne bi tenê ye.”    Li hêla din gelek rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen, hunermend û bikarhinêrên medyaya civakî yên jin jî bertek nîşanî hedefgirtina Başak Demîrtaş dan.