Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê 2024-01-07 09:00:23 RIHA - Mûazzez Saglam a ku 8 sal in li Serêkaniyê ajokariya taksiyê dike, anî ziman ku ji bo dest ji karê xwe berde gelek caran rastî zextan hatiye û herî zêde jî jinan piştgiriya wê kiriye.  Mûazzez Saglam ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dijî, ev 8 sal in ajokariya taksiya bazirganiyê dike. Saglam ku yekeme ajokara taksiyê ya jin a navçeyê ye, di karê xwe de rastî gelek muameleyên zayendperest û cihêkar hatiye.    Li Serêkaniyê ya li sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji sê aliyan ve li girtiye, jin ji ber zayenda tayinî pîşeyan hatine kirin di warê kar û bar de zehmetiyê dikişînin. Saglam jî gava nû dest bi ajokariya taksiyê kiriye gelek caran rastî pirsgirêkan hatiye. Saglam ku tevî 8 zarokên xwe ji bo jiyanê têdikoşe, di sala 2015'an de gava li kar digeriya bi pêşniyaza hevaleke xwe dest bi taksîvaniyê kiriye.    Saglam, diyar kir ku di salên ewil ên xebatê de rastî gelek bertekên erênî û neyînî hatiye. Saglam, destnîşan kir ku piştî demekê mirov tim li taksiya wê siwar bûne û wiha got: “Dema min dest pê kir, rêwiyên jin tenê li taksiya min siwar dibûn. Piştî vê ajokarên taksiyê yên mêr dest bi gazinan kirin. Ji bo ez dest ji karê xwe berdim çi ji destê wan hat kirin. Gazî hevjînê min dikirin û digotin 'jin nikarin vî karî bikin'. Çend hevokên ku ez pir caran rastî wan têm ev in: 'Cihê jinê mala wê, li cem zarokên wê ye', 'Tu jin î, tu nikarî vî karî bikî', 'Çi îşê jinê di karekî wiha de heye? 'Lê min tu carî paşdegav neavêt. Ez 8 sal in bi vî karî bersiva wan didim."   Saglam ku got "Piştî ku min dest pê kir li navçeyê gelek jinan ji bo ehlîyetê bistînin serlêdan kirin. Dihatin cem min û digotin ‘Em jî dikarin bikin?" anî ziman ku gava dest bi taksîvaniyê kiriye gelek kes li ber vê rabûn, lê gelek kesan jî piştgiriya wê kirine û got ku yên herî zêde piştgiriya wê kirine jî jin bûne.   Sağlam, destnîşan kir ku divê jin di karên xwe de ku bi wêrekî dane destpêkirin bi israr bin û bal kişand ser hevgirtina jinan a di vî warî de.    MA / Ceylan Şahînlî