Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im 2024-01-07 10:00:50   STENBOL - Fatma Dogan ku dayika Fîdan Dogan a 11 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin e diyar kir ku keça wê hêj di temenekî biçûk de tev li têkoşînê bû û wiha got: “Ji ber têkoşîna keça xwe serbilindim.”    Yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîna Dogan (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest dan. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn lê hêj jî nehatiye ronîkirin. Tetîkkêş Omer Guney ku li girtîgehê mir li xwe mikûr hatibû û bi belgeyan derketibû holê ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve hatiye kirin. Ji bo danişîna dozê ku dê di 23’yê çileya 2017’an de bihata lidarxistin 36 roj mabûn (di 17’ê kanûna 2016’an) ku hat ragihandin ku Omer Guney li girtîgehê miriye. Bi vê yekê re xwestin dosyayê bigirin. Di çarçoveya dosyayê de piştî îtîrafên endamên MÎT’ê û agahiyên suîqestên nû yên li Ewropayê, li ser hewldanên malbat û parêzeran di nîsana 2017’an de têkildarî rola MÎT’ê lêpirsîneke nû hate destpêkirin. Lê belê di lêpirsîna duyemîn de jî tu pêşketin çênebûn. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn û têkoşîna malbat û rêhevalên wan a ji bo derxistina faîlan didome.    Yek ji jinên hatin qetilkirin Fîdan Dogan di 17’ê çileya 1982’yan de li gundê Malê Bûtan ê di navbera navçeyên Elbistan û Nûrheqê ya Mereşê de ji dayik bû. Piştî koçên bi Komkujiya Mereşê re dest pê kirin, derbasî Fransayê bûn û heta 9 saliya xwe li gel xalet, dapîr û bapîrê xwe ma.    Piştre ew bi xwe jî bi rêya koçberiyê ket û li Fransayê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kir. Dayika wê Fatma Dogan, têkildarî naskirina tevgera kurd û têkoşîna keça xwe axivî.    ‘TU KARÊN XWE NÎVCO NEDIHIŞT’   Dogan, da zanîn ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin di nava xebatên ciwanan de cih digirt û wiha got: “Rojbîn zarokek pir dirust bû, bi her tiştê xwe zelal bû û ji derewan hez nedikir. Dema dest bi vî karî kirî digot; ‘Ez vî karî nîvco nahêlim.’ 2 kur û 3 jê keç pênc zarokên min hene. Keça min a herî biçûk Rojbîn bû. Pir girêdayî gel û doza xwe bû. Dema behsa xeberê dibû doz, tu kes ji me guhdarî nedikir. Hêj 16 salî bû û tevî hevalên xwe yên keç diçû komeleyê. Her tim digot; ‘gelo ez ê bikarim çawa bêhtir sûdê bidim siyasetê û dozê.’”    ‘JI BER KEÇA XWE HER TIM SERBILINDIM’    Bi domdarî Dogan diyar kir ku tevî gelê xwe, keça wê li hemberî malbata xwe jî berpirsyartî li xwe digirt û ev tişt anî ziman: “Di nava malbatê de xwişk-birayên xwe dianî gel hev. Tu carî li hemberî min û bavê xwe bêrêzî nekir. Di dema dibistanê de mamosteyên wê pir jê hez dikir. Dema Rojbîn li dibistanê tev li refên têkoşînê bû. Ji ber ku min hay ji dijmin hebû weke dayikekê ji ewil fikarên min çêbûn. Lê bi têkoşîna keça xwe serbilindim.”    ‘ÇIMA EV 11 SAL IN HÊJ JÎ KUJER NEHATINE DÎTIN?’    Dogan, got ku keça wê li gel hevalên xwe yên têkoşînê Sakîne Cansiz û Şeyla Şaylemez li naverasta Parîsê hatine qetilkirin lê hêj jî kujerên wan nehatine girtin û wiha pê de çû: “Li naverasta Ewropayê tu tevdîr nehatin girtin û sê kesên qedirbilind hatin qetilkirin. Ji ber ku zarokên me neparastin. Ev komkujî bi hevkariya Fransa, Almanya û Tirkiyeyê hate kirin. Tiliya wan tê de heye. Bi ser re 11 sal derbas bûn lê çima hêj derneketiye holê? Dema li Fransayê bûyerek çêdibe kujer tên eşkerekirin û girtin lê çima ev komkujî ronî nekirin? Li her deverê kamera hene û heke Fransayê bixwesta heta niha derxista holê.”    ‘DAXWAZA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIKIR LEWMA HAT QETILKIRIN’    Bav Hasan Dogan jî got ku keça wî ji ber daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê hatiye qetilkirin. Dogan, wiha domand: “Dema Rojbîn ji Tirkiyeyê hatî Fransayê, dibistana seretayî xelas kiribû û di 6 mehan de hînî fransiziyê bû. Di 6 mehan de li dibistanê bû xwendekara yekemîn. Keçikek pir jîr bû. Dema dihat malê ji ewil dayika xwe û piştre jî ez hembêz dikirim. Xwarzî-biraziyên wê hebûn û navbera wê zarokan gelek baş bû. Mîna zarokan dibû. Di sala 2012’an de ji min re got; ‘Bavo tu ne bavê minî, tu mamosteyê minî.’ Wê demê ez pir dilşad û bextewar bûbûm.”    ‘DIXWAZIN BI SER VÊ KOMKUJIYÊ BIGIRIN’    Dogan, diyar kir ku her sê jinên hatin qetilkirin ji ber xebatên xwe yên li Ewropayê bi taybet hedef hatine girtin û wiha got: “Em xwedî li zarok û rêhevalên xwe derneketin. Ev kes ne kesên jirêzê bûn. Bêguman gelê kurd vê komkujiyê qebûl nake lê ji ber ku komeleyên me nehatin parastin lewma ev her sê kes hatin qetilkirin. Bi ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de hate girtin û sê heval şehîd kirin. Divê her kes di vê mijarê de berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Kesên wiha ewqas zû nagehin. Hêzên navneteweyî dixwazin vê komkujiyê di tariyê de bihêlin. Em di ferqa vê de ne. Lê kêmasiyên me jî hene û divê em vê rastiyê bibînin. Heke tevdîrên pêwîst bihatina girtin dê Rojbîn îro hêj bijiya.”    DOZGERÎYÊ DI ADARA 2023’YAN DE BANGÎ MALBATAN KIR    Dogan, destnîşan kir ku dozgerê dozê di adara 2023’yan de bangî malbatê kiriye û wiha pê de çû: “Bi ser re 11 sal derbas bûn lê hêj jî çente û alavên wan nehatine dayîn. Gelo îstîxbarata Fransayê ev 11 sal in hêj nekariye li ser van çente û alavan xebatê bike? Hêj jî şopên tiliyê nehatine girtin? Ev yek rezalete. Li holê şexsek nîne ku dadgeh çêbibe. Dema ji dozger tê pirsîn bê ka çima raporên mirina Omer Guney ku tê îdiakirin li girtîgehê miriye çima radestî parêzeran nehatiye kirin, tevek jî li hev dinêrin. Ji ber ku kaxiza mirinê ya kujer tune ye. Di sala 2015’an de ez heta gundê vî kujerê jî çûm. Gora vî kujerî tune ye. Heke mirî be wê demê gora wî li ku ye?    ‘DÊ GELÊ KURD DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDE’    Herî dawî jî Dogan ev tişt anî ziman: “Hem malbata me hem jî gelê kurd dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi taybet jî qetilkirina sê jinên kurd pir balkêş e. Dê jinên kurd hesaba vê komkujiyê bipirsin û xwedî li mîrateya wan derkevin.”   MA / Esra Solîn Dal