Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne 2024-01-08 11:43:51   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Halîme Kaya ya gundê wê hatiye şewitandin, hevjînê wê di îşkenceyê de hatiye qetilkirin û lingê kurê wê hatiye seqetkirin û bi salan e li ber xwe dide, îro têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne û wiha got: “Canê me çû lê rûmeta me ma ye. Em têkoşîna heqîqetê dimeşînin."   Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" de li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 2’yemîn de berdewam dike. Ji Dayikên Aştiyê ya 72 salî Halîme Kaya jî tev li çalakiya nobetê bûye.Di sala 1992’yan de gundê Kaya hate şewitandin û hevjînê wê di îşkenceyê de hate qetilkirin. Kaya, ji wan rojên zehmet ber bi îro ve dest ji têkoşîna ji bo jiyaneke birûmet tê meşandin, berneda. Kaya, bi salan e li gel Dayikên Aştiyê tev li xwepêşandanan, çalakiyên mertalên zindî, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên nobetan bû. Kaya, îro jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî" de tev li Nobeta Edaletê bû.    JI BER NEBÛ CERDEVAN HEVJÎNÊ WÊ QETIL KIRIN   Li gundê Kaya ê Xirbêbelek ê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê cerdewantî hate ferzkirin. Di sala 1992’yan de dema hevjînê Kaya, Kanco Kaya cerdewantî red kirî gef dest pê kirin. Piştî bûyera mirina leşkerê ji rêka Bihûra Hopê jiyana xwe ji dest da, li gel 4 azayên xwe Kanco Kaya hate binçavkirin. Dema ku gund hat xerakirin û bombekirin Kanco Kaya 45 rojan îşkence dît. Piştî îşkenceyê girtînameyeke ku qezaya trafîkê kiriye li Kanco Kaya didin îmzekirin û wî berdidin. Ji ber bandora îşkenceya giran, piştî demeke kin Kaya jiyana xwe ji dest da.    JI BER ÎŞKENCEYAN KURÊ WÊ SEQET MA   Piştî mirina hevjînê xwe, ji ber şewitandin gund Halîme Kaya bi 4 zarokên xwe re gund terikand û wiha behsa wan rojan kir: “Hemû derdorê gundê me bûbûn cerdevan. Ji bavê zarokên min re jî gotin tu dê bibî cerdevan. Wî jî digot ku ez nabim cerdevan. Der barê wî de gotin ku 'keyayê Apociyan e' û giliyê wî kirin. Leşkeran jê re digotin ku heke cerdevantiyê qebûl nekî dê tiştên nebaş werin serê te û gef li wî dixwarin. Wî jî qebûl nedikir. Li Bihûra Hopê leşkerek hate kuştin. Yên ku îxbar kirin gotine ku kesên leşker kuştine, ji gundê Xirbêbelek hatine. Hevjînê min ê keya û 4 azayên wî pev re binçav kirin. 45 rojan di îşkenceyê de man. Agahiya mirina wî ji me re şandin. Me xwest canezeyê me bidin me lê belê hevjînê min piştî 45 rojan hate malê. Girtînameyeke wekî ku qezaya trafîkê derbas kiriye pê dabûn îmzekirin û şandibûn malê. Tiştên ewqas xirab lê kiribûn ku ez nikarim vebêjim. Jixwe gelek nejiya, jiyana xwe ji dest da.”   Kaya, da zanîn ku leşkeran piştî hevjînê wê, vê carê jî îşkence li kurê wê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 zarokên min bi hev re girêdan û birin. Li Mehsertê jî heman tişt li me kirin. Bi îşkenceyan kurê min ê navîn seqet hiştin. Şikir ku serê me bilind e. Hevjînê min canê xwe da lê belê ew bêrûmetî neanî gundê me. Canê me çû lê belê rûmeta me ma. Şikir ku serê me bilind e.”   ‘ÊM TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ DIMEŞÎNIN’   Di dirêjiya axaftina xwe de Kaya da zanîn ku ji bo sekinandin xwîna diherike ew biryar daye ku bibe Dayika Aştiyê û wiha domand: “Em têkoşîna mafê xwe, Rêbertiya xwe û zarokên xwe didin. Tu doza me vê dewletê re nîn e. Ya li hemberî me dewleteke zilimkar e. Lê belê em ji bo girtiyên xwe, ji bo Serokê xwe çi hewce be dê wê bikin. Ji bo tecrîda ser Rêbertiya me were rakirin em di çalakiyê de ne. Em dixwazin ku Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, wekî her girtiyekê mafên xwe bikar bîne û daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Em têkoşîna heqîqetê û edaletê didin. Em heqîqet û edaletê dixwazin.”   BANG LI DAYIKÊN LEŞKERAN KIR   Di dawiya axaftina xwe de Kaya diyar kir ku heke tecrîd were rakirin û bi Ocalan re hevdîtin were kirin, dê ji bo aştiyê gavek were avêtin û wiha derbirî: “Serokatî di her şert mercan de anî ziman ku ew aştiyê dixwaze. Erdogan ji bo koltixa xwe, ji bo desthilatdariya xwe hevdîtinan qebûl nake. Ew difikirin ku em ê di xewnên xwe de aştiyê bibînin lê belê em ê wê xewnê di rastiyê de bijîn. Em bang li dayikên leşkeran jî dikin, bang li dayikên tirk jî dikin. Heke hûn destê ku em dirêj dikin bigirin, dê ev xwîn bisekine. Heyfa wan canan e. Kefenê wan jî didin pişta wan û wan dişînin şer. Heke ji dil bin bilanî zarokên xwe bişînin şer. Heke ku hevdîtin li Îmraliyê re werin kirin, aştî ava bibe ma ev ji şer baştir nîn e. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe.”    MA / Ahmet Kanbal