Li Rihayê mirina biguman a jinekê 2024-01-19 10:52:07 RIHA - Li Rihayê jina bi navê Hîcret Can (24), di encama gule berdanê de li mala lê dijî jiyana xwe ji dest da. Hevalê Canê, M.S. yê îdia kir ku piştî nîqaşa di navbera wan de, wê xwe kuştiye hate binçavkirin.    Li navçeya navendî Karakopru ya Rihayê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hîcret Can (24) a li Nexweşxaneya Tenduristiya Diran û Dev a Rihayê weke karmend dixebitiya, li mala ku bi tenê li dijî piştî nîqaşa di navbera wê û M.S yê hate diyarkirin hevalê wê ye, bi berdana guleyê jiyana xwe ji dest da.    Piştî bûyera qewimî M.S. ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.    Li gorî agahiyên me ji cîranên Canê wergirtin; li mala Can lê dijî ewilî dengê nîqaşê hate bihîstin û pişt re saet di dora 05.00’an de jî dengê çekê hat. M.S’yê pişt re derket derve, ji cîranên pirsa çi qewimî jê kirin re bersiva “Me nîqaş kir, xwe kuşt” da.    Demildest tîmên tenduristiyê û polîsan hatin agahdarkirin. M.S. yê ji aliyê polîsên hatin cihê bûyerê ve hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    Cenazeyê Can a hate zanîn ku ji navçeya Hezex a Şirnexê ye, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî.