Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya 2024-01-29 12:16:11 BÛRSA - Li navçeya Yildirimê Tûrgay K., hevjîna xwe Seher K. qetil kir û pişt re reviya.    Li navçeya Yildirim a Bûrsayê Tûrgay K. (45) hevjîna xwe Seher K. (42) ku pê nîqaş kir, qetil kir. Tûrgay K. piştî hevjîna xwe qetil kir ji birayê wê re bi gotina “Min xwişka te kuşt” peyam şand û reviya. Malbata Seher K’yê li 112’yê geriya û îxbar kir. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên ku deriyê malê vekirin Seher K. li erdê dirêjkirî dîtin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku Seher K’yê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Hate zanîn ku Tûrgay K. hêj nehatiye girtin.    Hate zanîn ku 2 zarokên Seher K’yê hene.