'Eger edalet hebûna dê xuşka min sax bûna’ 2018-05-10 09:11:57   MEREŞ – Ayşegul Efîltî, xwişka Gul Gulîzar Ayalp ku hevjînê wê Kemal Ayalp ew kuşt, ji bo xuşka xwe doza edaletê dike. Efîltî got: “Eger li vî welatî edalet hebûna, dê xuşka min sax bûna.”    Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê Kemal Ayalp hevjîna xwe Gul Gulîzar Ayalp a 27 salî kuştibû. Piştî kuştinê 27 rojan şûnde cenazeyê Gul Gulîzar Ayalpê hatibû dîtin. Dayik Fatma Palta ji bo keça xwe doza edaletê kir.    ‘BILA KUJER BI CEZAYÊ HERÎ GIRAN BÊN CEZAKIRIN’    Palta, anî ziman ku ji roja ku keça wê hatiye kuştin heta niha rewşa wê nebaş e û tekane daxwaza wê ew e ku kujerên keça wê bi cezayê herî giran bên cezakirin. Palta got: “Nizanim ji bo kirina vana çi bêjim. Bila keçên me yên ciwan mirovên wisa xirab nekin. Bila parêzer jî kujerên wisa neparêzin. Keça min 27 salî bû.”    ‘EGER EDALET HEBÛNA DÊ XUŞKA MIN SAX BÛNA’    Xwişk Ayşegul Efîltî jî, diyar kir ku 2 meh di ser kuştina xuşka wê re derbas bûne, lê belê wan qet ew ji bîr nekiriye. Efîltî diyar kir ku xuşka wê di temenkî ciwan de çûye û got: “Berî xuşka min bê kuştin hevjînê wê bi çekê mala me gulebaran kir. Dema xuşka min winda bû me giliyê hevjînê wê kiribû. Dema hevjînê wê li Kartala Stenbolê hat zevtkirin, wê çaxê cenazeyê xuşka min nehatibû dîtin û hatibû berdan. Dema me ji bo gilîkirinê daxwazname nivîsand ji me re gotin ‘cesed û delîl tune ne em nikarin bigirin.’ Eger piştî wê rapora derbkirinê dadwer Kemal (hevjînê xuşka wê) bigirtana, dê niha xuşka min sax bûna.” Efîltî destnîşan kir ku baweriya wan bi edaleta li vî welatî tune ye û got: “Eger li vî welatî edalet hebûna, dê niha xuşka min sax bûna.”    ‘XWEZÎ GULÎZAR A DAWÎ BÛNA’    Efîltî diyar kir ku bûyerên bi vî rengî tenê nehatine serê xuşka wê û hîn jî jin tên kuştin. Efîltî diyar kir ku divê hem xuşka wê hem jî jinên din ên hatine qetilkirin neyên jibîrkirin û got: “Ji kerema xwe bila dawî li kuştina jinan bê. Xwezî Gulîzar a dawî bûna. Bila rayedar tev bigerin û tiştekî bikin.”    ÇI QEWMÎBÛ?    Gul Gulîzar Ayalp ku li bajaroka Narli ya Pazarcixa Mereşê dijiya, di 5’ê Adara 2018’an de hevjînê wê Kemal Ayalp û hevala wî Guler Ozkaharaman wê li nêzî Taxa Bagbaşi ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê di hundurê wesayîtê de kuştibûn û cenazeyê wê avêtibûn nav tûman. Piştî Ayalp winda bû, polîsan Kemal Ayalp û Guler Ozkaharaman binçav kiribûn û ji ber nebûna delîlan ew berdabûn. Lê belê di 27’ê Adarê de dema cendirmeyan di nav tûman de cenazeyê Gul Gulîzar Ayalpê dît, Kemal Ayalp û Guler Ozkaharamn dîsa hatin binçavkirin û di îfadeya xwe ya li emniyetê de hevdu tawanbar kirin. Herdu kes piştî îfadeya li emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgeha nobedar ew girtin.