Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket 2024-04-28 10:06:28 STENBOL - Hejmara 61’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Hem 1’ê Gulanê hem jî kolan ên me ne: Bi keda xwe em li her derê ne” derket.  Kovara Jînê ku heftane weşana xwe dike, di hejmara 61’emîn de bi manşeta “Hem 1’ê Gulanê hem jî kolan ên me ne: Bi keda xwe em li her derê ne” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser dîrokçeya 1’ê Gulanê, kedxwariya li dijî jinan, xizanîkirina jinan û polîtîkayên dijminane yên pergalê yên li dijî jinan û keda wan.    Nivîsên di vê hejmarê de wiha ne:   * 1’ê Gulanê, fêmkirina dîrokê û rûyê cuda yê madalyonê  / Şeyda Tuggen Gumuşay - Tevgera Jinên Sosyalîst   * Jinbûna xizaniyê: “Portreya jina xizan” a îktîdara AKP’ê / Ayşe Acar Başaran   * Xizaniya jinan a li bajarên ji erdhejê bibandor bûn zêde dibe / Bahar Gok - Jina karker   * 1’ê Gulanê roja karkerên malê jî ye! / Mînîre Înal - karkera malê    * Xefikên romantîzmê yên kedxwariya baviksalar: ‘Ew ji bo berhevkirina gulan nehatin’ / Rojbîn Bor   * Rozerîn / Medîne Mamedoglû