Li Manîsayê jinek hate qetilkirin 2024-04-29 08:39:06 MANÎSA - Li navçeya Alaşehîrê Hamza Demîrkiran, hevjîna xwe Bûse Demîrkiran qetil kir.    Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê Hamza Demîrkiran 824) piştî ku hevjîna xwe Bûsa Demîrkiran bi çekê qetil kir, bi heman çekê întîhar kir. Li ser hatina dengê çekê welatiyên derdorê tîmên polîsan û tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Bûse û Hamza Demîrkiran jiyana xwe ji dest dane.    Piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alaşehîrê. Hate zanîn ku yek 18 mehî yek jî 4 salî du zarokên Bûse û Hamza Demîrkiran hebûn.