‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê' 2018-05-20 09:08:51   STENBOL – Endama Meclîsa Jina ya KESK'ê Ayşe Panûş, diyar kir ku divê kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê û got: "Daxwaza me ew e ku ji Rewşa Awarte re na û dawî li zilma KHK'yan bê. Dengê me ji bo kesên ku vê daxwaza me bînin cih."    Endama Meclîsa Jina ya Federasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayşe Panûş, der barê hilbijartinê û nêzîkatiya jinên kedkar a ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxand.    Panûş, destnîşan kir ku ew ê polîtîkayên îktîdara AKP'ê yên 16 salan ên li hemberî jinan bînin ber çavan û wisa biçin ser sindoqan. Panûş, bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de jin bi gelek tiştan re rû bi rû man û got: "Di 16 salên îktîdara AKP'ê de, her sal herî kêm hezar û 400 jin hatin qetilkirin. Ji ber ku jina dixwazin bi awayekî mirovane bijîn, ji ber ku doza azadî û wekheviyê dikin ji hêla mêrên li derdora xwe ve hatin kuştin. Mixabin kiryarên wan li pêşberî darazê wekî ku pir û pak bin hatin nirxandin. Daraz bi temamî biryarên li hêla serdestiya mêr dan. Cezayê wan bi awayekî neheq hatin daxitin. Kujerên jinan hemû bi cezayên hindik hatin cezakirin." Panûş destnîşan kir ku divê di rewşe wisa de kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê.    ‘EM DENGÊ XWE NADIN PARTIYÊN KU BERJEWENDIYÊN ME NAPARÊZIN'    Panûş, diyar kir ku bi qanûn û sererastkirinên ku di serdema AKP'ê de hatin derxistin û çêkirin, li hemberî jiyan û bedenên jinan bûn sedema her cure êrîşan û got: "AKP'ê li hemberî jinan şer da destpêkirin." Panûş, anî ziman ku di vê çarçoveyê de ew jin dê dengê xwe nedin tu partiyên ku berjewendiyên wan anparêzin.   Panûş, anî ziman ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bi hezaran mirov ji karê xwe bûn û ji vana 25 hezar jê jin bûn. Panûş got: "Em jin dixwazin dawî li Rewşa Awarte bê û hemû kedkarên bi KHK'yan ji karê xwe bûn vegerin ser karê xwe. Tu mirov ji ber ku doza aştiyê dike û endamê sendîkayekê ye ji kar nayê avêtin. Ev pirsgirkeke mafê mirovan a sereke ye. Daxwaza me ew e ku ji Rewşa Awarte re na û dawî li zilma KHK'yan bê. Dengê me ji bo kesên ku van daxwazên me bi cih bîne."    Panûş, diyar kir ku hêviya wan ew e ku sibeha 25'ê Hezîranê dawî li çewisandin û tehakuman bê.    MA / Necla Demir