Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin 2024-05-11 12:06:02   STENBOL - Derket holê Guneş Yildiztan a 7 sal in winda bû ji aliyê hevjîn û malbata wî ve hatiye qetilkirin. Têkildarî mijarê 12 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.    Derket holê ku Guneş Yildiztan a ji ber di sala 2017’an de hevjînê wê N. Yildiztan tundî lê dikir serî li midûriyeta polîsan daye û daxwaza tedbîrê kiriye û li stargeheke jinan hatiye bicihkirin hatiye qetilkirin. Tîmên ku çûn malbata Yildiztan a piştî ji stargeha jinan derket derbarê wê de tu qeydên fermî nînin, tespît kir ku heta niha serlêdaneke windabûnê nehatiye kirin.    Polîsên ku li ser îhtîmala qetilkirina Yildiztan sekinînin li Kocaelî, Stenbol û Wanê operasyon li dar xistin û 26 kes binçavkirin. Di îfadeyên zilamên faîl de hate diyarkirin ku piştî biryara “meclisa malbatê” Yildiztan hatiye qetilkirin û dû re cenazeyê wê li taxa Sevîndîklî ya girêdayî navçeya Korfez a Kocaeliyê hatiye veşartin.     14 kesên hatin binçavkirin, piştî karûbarên li midûriyeta polîsan hatin berdan. Li gel N.Y. 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Polîsan li cihê ku faîlan gotin cenazeyê Guneş Yildiztanê lê veşarti ne, dest bi lêgerîna cenazeyî kirin.