Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe 2024-05-14 09:26:58   STENBOL - Kurê girtiya nexweş Hatîce Yildizê, Alper Yildiz anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên diya wî giran bûne û wiha axivî: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Em demildest berdana wê dixwazin.”   Derbarê Hatîce Yildiz de bi hincete pere ji keça xwe û hevala keça xwe re şandiye, bi îdiaya “pere ji rêxistinê re şandiye” 4 sal 2 meh cezayê hefsê hate dayîn. Piştî ku cezayê Hatîce Yildiza 75 salî hate erêkirin, di 23’yê adarê de hate girtin û şandin girtîgehê. Nexweşiyên Demansê, tansiyona bilind, helîna hestuyan ên Yildizê hene. Kurê Yildizê Alper Yildiz bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên demên dawî yên diya xwe û bertek nîşanî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) da.   Yildiz destnîşan kir ku pereyê ku dayika wî ji şandiye rasterast dikeve ser hesaba îdareya girtîgehê û diyar kir ku ji vê rewşê cûcan hildiberînin.     ‘MA QEY PARVEKIRINA NAN SÛC E?’   Yildiz da zanîn ku girtiyan dayika wî, biryarekî siyasî ye, ew ê ji bo girtiyan dest ji şandina pereyan bernedin û wiha axivî: “Ev mirov ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Heman nanî parve dikin, heman xwarinê dixwin, heman cihê razanê parve dikin. Em niha ji dayika xwe re pere dişînin, em dixwazin bi hemû hevalên xwe re parve bike. Hevalên li wê derê jixwe nanê xwe parve dikin. Jixwe wî pereyî bi hev re xerc dikin. Ma qey parvekirina nan sûc e?”    Yildiz bang li hemû saziyên ku destê wan di girtina dayika wî de hene kir û ev tişt gotin: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Dema dayika min hate berdan ma dê zirarekî wê ya çawa hebe? Destê xwe danin ser wijdana xwe, em demildest berdana wê dixwazin.”    Yildiz bi bîr xist ku ATK ji bo dayika wî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi ihtîmalekî mezin derveyî înîsiyatîfa bijîşkan biryar tê girtin. Li gorî bijîşkan divê ew mirova pîr saetekê li wê derê nesekine. Saetekî jî sekinîna cihê di girtî de bi taluke ye. Ez ji vir bang li tenduristvanan dikim; bibin dengê me, dibe ku dayika we an jî xizmekî we jî li wê derê be. Destê xwe danin ser wijdana xwe, destûr nedin ev mirovên pîr di girtîgehê de bimînin.”    ‘SER HIŞÊ XWE DIÇE’   Yildiz bal kişand ser hevdîtina dayika xwe ya dawî û bi bîr xist ku dayika wî di axaftinê de zehmetiyê dikêşe, ser hişê xwe diçe. Yildiz bilêv kir ku sepanên tên meşandin derveyî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Tirkiye ‘tundiya’ li welatên din şermezar dike lê heman zilmê bi xwe dike. Tu eleqeya vê yekê bi mirovahiyê re nîn e. Bêdengiya vê yekê bêwijdanî ye.”    ‘EM ÇAWA LI GOTINÊN WE YÊN BIRATIYÊ BAWER BIKIN?’   Yildiz di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sepanên li dijî kurdan tên meşandin baweriya kurdan a hiqûqa welat şikandiye û wiha derbirî: “Hûn ê kurdên 75-80 salî tevî nexweşî û pîrbûna wan têxin girtîgehê, hûn ê raporên sixte amade bikin û hûn ê ji civaka mayî re bêjin ‘em bira ne, baweriya xwe bi me bînin’. Em ê ji çi we bawer bin, dê çawa ji we bawer bikin. Hûn li dayika min 75-80 salî nayên rehmê, em çawa gotinên we yên ‘biratiyê’ bawer bikin. Dema ku em wekî we di vî welatî de xwedî mafên hevpar bin, êm ê wê demê ji we bawer bikin, wekî din bi tû awayî bawer nakin.”