Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan 2024-05-15 09:06:53   BEDLÎS - Dayikên Aştiyê yên Bedlîsê, bal kişandin ser agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Ger dema di meha ewil a agahînegirtinê de me dengê xwe derxista, tecrîd wê nehata vê astê. Lewma xwedîderketineke xurt divê."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 38 meh in tu agahî nayên girtin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Tetwanê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dan û diyar kirin ku ji bilî azadiya fizîkî ya Ocalan tu rêyeke din tune ye û ew ê vê bêdengiyê qebûl nekin.   'BILA PÊŞÎ LI BER BINPÊKIRINAN BÊ GIRTIN'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê Gulbahar Kiliçê got: “Divê birêz Ocalan bê berdan. Girtiyên me ji ber şert û mercên li ser birêz Ocalan bi mehan e li ber xwe didin. Dema mijar dibe gelê kurd, dewlet mirovatiyê ji bîr dike. Bi salan e birêz Ocalan di aştiyê de israr dike, lê ew di şer de israr dikin. Tu tişt bi şer nayê bidestxistin û sed salên din jî berdewam bike, cihê ku werê maseya aştiyê ye." Kiliçê bertek nîşanî agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Ocalan da û got: "Eger dewletên Ewropayê qala mafên mirovan dikin, divê ji vê binpêkirina giran re bêjin 'êdî bes e' û dengê xwe bilind bikin. Ev bêdengî nayê qebûlkirin."   Kiliç anî ziman ku hêzên navneteweyî ji axaftina mafên kurdan pêve tiştekî din nakin û got: “Çima Ewropa mafê her kesî diparêze lê mafê gelê kurd naparêze? Qey kurd ji bo mirin û girtinê çêbûne? Kuştin û girtina kurdan ne bes e. Divê tu kes ji bo berjewendiyên xwe li ser kurdan siyasetê neke. Em dixwazin aştî pêk were. Heta birêz Ocalan azad nebe tu pirsgirêkên vî welatî çareser nabin û ne aştî ne jî demokrasî nayê vî welatî."   Gulperî Îlbasanê jî got: “Ez tecrîda ku li ser birêz Ocalan ku li hemû girtîgehan belav bûye, şermezar dikim. 38 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Li hemberî tiştên tên kirin divê em li ber parlamentoyê dengê xwe bilind bikin. Em ji hovîtiya li ser gelê kurd re dibêjin 'êdî bes e'. Li cîhanê rewşeke nedîtî ye; 38 meh in destûr nayê dayîn ku kesek ne bi malbata xwe ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her roj kezeba dayikan dişewite. Di roja dayikan de jî em ne kêfxweş in. Em ji vê bextewariyê bê par mane. Li girtîgehan guh li girtiyên me yên nexweş nayê kirin û roj bi roj rewşa wan a tenduristiyê xerabtir dibe."   'BÊDENGIYA ME BÛ SEDEM'   Îlbasanê bal kişand ku girtî bi mehan e li girtîgehan çalakiyan li dar dixin û wiha bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyan: “Çalakî ne tiştekî ku li bajarekî an jî bi çend kesan pêk werin. Beriya her tiştî divê çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê hestiyar bin.Ger dema di meha ewil a agahînegirtinê de me dengê xwe derxista, tecrîd wê nehata vê astê. Lewma xwedîderketineke xurt divê."