Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin 2024-05-19 12:11:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin.     Ji bo vekirina Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya li Helebê ev nêzî meheke xebat dihatin kirin. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; weqf duh li Taxa Şêxmeqsûd hat vekirin. Li navendê dê perwerdeya bi zimanên kurdî, erebî, ingilîzî û yên dirûnkariyê,  teknîkî, kuaforî û zayînê bê dayîn. Herwiha ji bo di rewşa awarte de mudaxeleyê jî dê perwerde bê dayîn. Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê tendirûstvana bajarê Qamişloyê Malîka Hesaf û Endama Koordînesyona Kongreya Star a Helebê Verjîn Mihemed der barê vekirina weqfê de axivîn.   Malîka Hesaf diyar kir ku ji sala 2014’an ve amadekariyên vekirina weqfê dikirin lê derfet tune bûn. Hesaf, anî ziman ku armanca wan a ji vekirina weqfê ew e ku xwe bighînin hemû jinan û wan ji hêla zanistî, tenduristî û aborî de pêş bixin.    Verjîn Mihemed jî anî ziman ku ew dixwazin bi rêya weqfê jinan birêxistin bikin û di hêla beşa xwendin, nivîsandin, zayîn, dirûnkarî, teknîk, kuaforî û mudaxileyên di rewşa awarte de pêş bixin. Mihemed, whiha bi dawî kir: “Hikûmeta Şamê ambargo daniye ser Taxa Şêxmeqsûd. Lê tevî astengiyan jî me xwe gihand gelek jinan û weqf vekir. Em ê her piştgiriyê bidin jinan û ji bo pêşxistina wan zêdetir bixebitin.”