Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist 2024-05-28 14:16:20   ŞIRNEX - TJA’yê di çarçoveya kampanya “Deng bide azadiyê” li navçeya Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Deng bide azadiyê" çalakiya xwendinê li dar xist. Çalakiya ku li Parka Ahmet Kaya hate lidarxistin de rêveberên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   ‘BERXWEDAN GIHIŞT MÎLYONAN’    Piştre aktivîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Bi tecrîda li ser birêz Qbdullah Ocalan dixwazin ku me li mala me de jî dil bigirin. Lê heta niha nekarîne ku me dîl bigirin. Em dibêjin hûn me jî û dilê me yê ji bo azadiyê lê dixe nikarin tune bikin. Şîara jiyana berxwedan e li zindanan dest pê kir û heta ku em gihiştine bi mîlyonan. Em ê bi vê şîarê li her derê li dijî tecrîdê û tundiyê xwe birêxistin bikin. Ê ku bi serbikeve em in. Bi ruhê jinên azad em ê têbikoşin. Yek jin jî bimîne em ê li ber xwe bidin.”   Piştî axiftinê nivîsên ku qala paradîgmaya jinan dike, hatin xwendin.