Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin 2024-05-30 15:30:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xwendinê ya bi pêşengtiya TJA’yê hat lidarxistin de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de nivîsandî hatin xwendin.    Çalakiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di asta kûrewî de didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakiyên xwendinê û atolyeyan li dar dixe.    WAN    Bi pêşengtiya TJA’yê û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Çalakiya xwendinê li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Beriya destpêkirina çalakiyê qurdeleyên mor bi çîqilên daran ve hatin kirin û dovîzên “Azadî bi xwebirêvebirinê ve dest pê dike”, “Tecrîdê bi dawî bikin”, “Ji bo aştiyê gavên bicisaret hewce dikin” û “Jiyana em bi hesreta wê dijîn ne bi mucîzeyan, bi şoreşê dibe” hatin hilgirtin.    ‘FIKRÊN OCALAN LI SERANSERÎ CÎHANÊ HATIN QEBÛLKIRIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz beriya çalakiyê axivî û got ku rewşa agahînegirtina mutleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Kaçmaz, wiha domand: “Ji bo li her qadê fikrên birêz Abdullah Ocalan biparêzin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Fikrên birêz Abdullah Ocalan hem li her çar parçeyên Kurdistanê hem jî li seranserî cîhanê hatin hatin qebûlkirin. Em jî îro fikrên wî bi hev re dixwînin û nîqaş dikin.”    Piştre jî nivîsa Abdullah Ocalan a “Jiyana mirovan û fêmkirina heqîqetê ji bo kesên pêşketî tam mucîze ye” hate xwendin.    Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    AMED   Li Qonaxa Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê “Atolyeya Xwendinên Heqîqetê” hate lidarxistin.  Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jin di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de li Qonaxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê li hev civiyan. Aktîvîstên TJA,  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Pariyê yên Amedê û yên Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP), Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Dayikên Aştiyê Dayikên Nobeda Edaletê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê û saziyên sivîl tevlî hevdîtinê bûn. Herwiha di çalakiyê de pankartên bi kurdî û tirkî yên “Deng bide azadiyê” hatin daliqandin.   Beriya çalakiya xwendinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.    Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun ku ewilî axivî, bal kişand ser polîtîkayên zayendperest ên li ser jinan û got, “Jinan bi saya birêz Abdullah Ocalan xwe nas kirin. Jin niha di hemû qadên jiyanê de têdikoşin. Jinên Kurd li hemû cîhanê tên naskirin. Mînaka herî mezin jî belavbûna serhildana piştî qetilkirina Jîna Amînî ye. Têkoşîna jinên Kurd ji hemû cîhanê re bû hêvî û îlham.” Ûygûn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Aktîvîsta TJA’yê Salîha Zorlû jî got, “Rêya herî girîng a şikandina tecrîdê, fêmkirina fikra Rêberê Gelê Kurd e. Em bi hev re dibin şahidê şiyarbûna gelê ku zimanê wî hatiye qedexekirin û çanda wî hatiye talankirin. Ez bi rêzdarî li ber têkoşîna jinên Kurd ên ku ji cîhanê re bûne mînak, serî ditewînim."   Piştî axaftinan jinan nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin. Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.   ÊLIH    Li Êlihê jî li Sendîkaya Petrol Îş’ê aktîvîteya xwendinê hate lidarxistin. Li eywana ku aktîvîte lê hate kirin pankarta “Deng bide azadiyê, ji zanyar xwendin” hate daliqandin. Di aktîvîteyê de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.