Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye 2024-05-31 09:03:31 STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever a di komxebata xwendinê ya TJA’yê de cih digire destnîşan kir ku li dijî krîzên piralî yên tên jiyîn, pêdivî bi paradîgma û hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye û nivîskar Firat Can jî wiha got: “Divê fikrên Ocalan bi kolan û civakê re werin cem hev.” Çalakiyên di çarçovaya kampanyaya bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de di 10’ê cotmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Deng bide azadiyê” çalakiyên xwendinê li dar dixe.    Li Stenbolê di 26’ê gulanê de bi sernavê “Li dijî pirsgirêkên civakî divê çi bê kirin” bi tev li bûna gelek jin û mêran çalakiya xwendinê hate lidarxistin. Nivîskar Firat Can û aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever têkildarî komxebatan axivîn.    ÇARESERÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E   Aktîvîsta TJA Besra Îşsever   Besra Îşsever destnîşan kir ku Tirkiye krîzên piralî dijî û çareseriya van krîzan jî ji çareserkirina pirsgirêka kurd derbas dibe. Îşsever wiha got: “Her ku çareseriyekî demokratîk ji bo pirsgirêka kurd neyê pêşxistin, her ku azadiya fîzîkî ya Ocalan neyê pêkanîn, em dizanin ku dê ev krîz derbas nebin. Lewma em dizanin ku hewcehî bi fikir, raman, paradîgma, û hêza çareseriyê ya ku Ocalan daniye holê heye. Em ê di vê çarçoveyê de xwendinên xwe bidomînin.”   Îşsever da zanîn ku beşa ewil a xebatê a ku wan li Stenbolê dane destpkirin dê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çalakiyên xwendinê yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, piştre divê em li parkan, bi jinan re bi tev li hev pêk bînin. Bi rastî jî divê em hêza çareseriyê ya Ocalan wek ramanî daniyê holê rast were şîrovekirin. Bi qasî ku em hêza çareseriyê rast şîrove nekin em ê nafikirim ku hêza çareseriyê bi ser xwe û civakê pêş bixin.    ŞERTA DEMOKRASIYÊ AZADÎ YE   Îşsever bi bîr xist ku bi qasî ku azadiya fikrî ya Ocalan neyê pêkanîn ew bawer nakin ku dê demokratîkbûn pêk were û ev tişt gotin: “Di qada aborî, edalet, perwerde û tenduristiyê de pirsgirêk hene. Di şexsê Ocalan de di hemû girtîgehan de tecrîd tê jiyîn.    MIFTE ABDULLAH OCALAN E   Nivîskar Firat Can   Nivîskar Firat Can bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev zêdetirî 25 sal in di bin tecrîdekî giran de, di 3 salên dawî de jî bêyî tu agahî jê were girtin di girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û wiha axivî: “Ne parezer dikarin biçin, ne malbat dikare biçe serdanê, ne jî dikare mafê xwe yê name û telefonê bi kar bîne. Ne tu agahî ji derve diçin hundir, ne tu agahî ji hundir derdikevin derve. Herî dawî girtî Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin tevî ku înfaza xwe temam kir jî nehat berdan. Tenê ji ber ku têkildarî birêz Ocalan agahiyekî dernexe derve, nayê berdan û berdana wî salekê dirêj kirin. Heke birêz Ocalan biaxive, heke tecrîda girankirî rabe, heke eslê vê mijarê azad be, dê ji civak û cîhana em tê de ne re bibe pêvajoyekî çareseriyê.”    ‘DIVÊ PERSPEKTÎFA ÇARESERIYÊ JI CIVAKÊ RE WERE GOTIN’   Can bilêv kir ku pergala heyî biryarên daraza xwe bi xwe pêk naîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtî şert û mercên Ocalan çawa bin wisa dijîn, malbat li pêşiya girtîgehan çalakiyan li dar dixin. Di navbera 1 û 15’ê sibatê de bi pêşengtiya gelek saziyan meşek hate lidarxistin. Çalakiyên xwendinê jî yek ji van çalakiyan e. Jixwe anîn ziman ku dê bi îro ve sînordar nemîne. Divê li kolanan, di hevdîtinên bi gel re tên kirin de, di serdanên malbatan de, di qadên jiyanê yên em tê de dijîn me divê perspektîfa çareseriyê ya Ocalan bi her kesî re were vegotin. Xwendin destpêka vê xebatê ye.”