Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin 2024-06-12 15:07:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê Sînan Akay li Îdirê hewl da Leyla Akay qetil bike. Sînan Akay li ser giliyê Leyla Akay hate binçavkirin û piştre hate berdan. Bi zêdebûna bertekan re dîsa hate binçavkirin û girtin.    Welatiya bi navê Leyla Akay a li Îdirê dijî, doza hevberdanê li Sînan Akay vekiribû. Sînan Akay, Leyla Akay li wesayîta xwe siwar kir, tundî lê kir, da ber kêran û hewl da qetil bike. Piştî giliyê Leyla Akay, Sînan Akay hate binçavkirin lê bi şertê kontrola edlî hate berdan. Leyla Akay, bertek nîşanî berdana Sînan Akay da û wiha got: “Hovê ku dixwaze min bikuje niha li kolanan bi rehetî digere. Ez edaletê dixwazim. Ji bo ji wî xelas bibim ma divê ez bimirim?” Piştî gotinên Akay li ser medyaya civakî hatin parvekirin, Sînan Akay dîsa hate binçavkirin û îcar hate girtin.