Bîlançoya tundiya zilam a 3 rojan: 9 jin hatin qetilkirin 2024-06-24 12:27:08   NAVENDA NÛÇEYAN - DDi nava 3 rojan de, li 8 bajarên cuda 9 jin di encama tundiya zilam de jiyana xwe ji dest dan, 2 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Di encama polîtîkayên desthilatê de, êriş û qetlîamên li dijî jinan tên tên her ku diçe zêdetir dibin. Di 3 rojên dawî de li 8 bajarên cuda 9 jin hatin qetilkirin û 2 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Tevahiya qetlîamên hatine kirin ji hêla zilamên ku jin bi wan re zewicîbûn û di pêvajoya dest ji hev berdanê de pêk hatin.    ÎZMÎR    Di 22 hezîranê roja şemiyê Fatma Kahraman ji hêla zilamê pêr re zewicîbû Ridvan Kahraman (32) ve di encama êrişa çekdarî de bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê Fatma Kahraman rakirin nexweşxaneyê. Kahraman nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.    Faîl jî di Termînala Otobusan a Denîzliyê de ji hêla polîsan ve hate girtin.    Di heman rojê de saet derdora 01.30’an de zilamê bi navê Sedat Mertoglû (38) jina pê re zewicibû Gulsum Mertoglûyê di pêvajoya dest ji hev berdanê de bi alava tuj birîndar kir. Piştî agahîdayînê tîmên tenduristiyê hatin li cihê bûyerê û Mertoglû rakirin nexweşxaneyê. Mertoglû nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Sedat Mertoglû yê ji ber diziyê gelek caran hatiye girtin, reviya û hêj jî nehatiye girtin.    EDENE    Di 22’yê hezîranê roja şemiyê Hekîm Eba (23) li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edeneyê Şûkran Eba (19) a di pêvajoya dest ji hev berdanê de bû, bûrayê xwe Mûhammet Erat û xesuya xwe Leyla Eratê û xezûrê xwe Tûrgût Erat qetil kir.    Faîl piştre zarokên xwe yê nû hatibû dinê girt cem xwe û reviya.    BALIKESÎR    Di 22 hezîranê Maîzer Gokyildiz ji hêla zilamê pê re zewicîbû Cevrî Gokyildiz (55) ve bi çekê hate qetilkirin. Cevrî Gokyildiz piştî bûyerê hewl da ku xwe jî bikuje û bi giranî birîdar bû. Gokyildiz rakirina nexweşxaneyê û ji ber rewşa xwe ya giran hatiye entubekiriin.    AMED    Di 23’yê hezîranê roja yekşemê saet derdorê 10.15’an Hîlal Kar ji hêla meleyê pê re zewicîbû M.D. ve bi çekê hate qetilkirin.    Xebatên peydakirina fail berdewam didin.    ANTALYA    Di roja 23’yê hezîranê de li Antalyayê Ayten Çagiran ji hêla zilamê dest jê berdabû Abdulkadîr Kocaoglû ve bi alava tuj hate qetilkirin. Faîl ji hêla polîsên hatine cihê bûyerê ve hate binçavkirin.    DÎLOK    Di 23’yê hezîranê li navçeya Ereban a Dîlokê de Fatma Mercadagli ji hêla zilamê pê re zewicîbû Mehmet Emîn Mercandagi re bi çekê hate qetilkirin. Faîl ji hêla cendirmeyên hatine li cihê bûyerê ve hate binçavkirin.    COLEMÊRG    Cenazeye Kubra Gultekîn a ji duh ve agahî jê nayê girtin, di nav Ava Zapê de hate dîtin.    RIHA   Îro N.K. (56) ya li Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Halîliye ya navendî ya Rihayê dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Malbata N.K.’yê ku agahî jê negirtin rewş ji tîmên polîs û tenduristiyê re ragihandin. Tîmên tenduristiyê yên hatin navnîşana N.K.’yê tespîtkirin ku jiyana xwe ji dest dane.    Piştî lêkolîna ewil cenazeyê N.K.’yê ji bo otopsiya wê bê kirin rakirina morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.    KONYA    Li Konyayê Ummu Doger ji hêla zilamê bi navê Arafa Yildirim (44) ve bi çekê hate qetilkirin. Li gorî agahiyên bi dest ketine bûyer îro saet derdorê 10.00'an qewimî. Ummu Doger a li taxa Nîşantaşiya girêdayî navçeya Selçûklûyê rûdinişt di dema ji dikanê nan stend û diçû malê de bi çekê hate birîndarkirin. Doger a birîndar bûye xwe spart apartmanekî. Yildirim ê daye pey Dogerê di apartmanê de Dogerê da ber guleyan.    Yildirim ê piştî bûyerê ji apartmanê derketiye, hewl da bi heman çekê xwe jî bikuje. Piştî agahîdayînê polîs û tîmên tenduristiyê ji cihê bûyerê re hatin şandin. Doger di nexweşxaneya ku rakiribûn de jiyana xwe ji dest da. Faîlê bi giranî birîndar bûye rakirin emeliyatê û zanîn rewşa wî giran e.