Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir 2024-06-27 12:59:49   ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît kuştina 10 jinan a di nava 5 rojan de ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî pirs kir.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît têkildarî kuştina 10 jinan a di nava van 5 rojan de bir rojeva Meclisê. Koçyîgît pêşniyaznameya bi daxwaza ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mhaînûr Ozdemîr Goktaş bibersivîne, jê re şand. Koçyîgît di pêşniyaznameyê de pirs kir ka gelo kuştina 10 jinan a di 5 rojan de ka di rojeva desthilatdariyê de an na. Koçyîgît gelek pirs ji wezîrê kir û xwest kuştina jinan were ronîkirin û pêşî lê bê girtin.