Li Stenbolê jinek hate qetilkirin 2024-07-03 13:09:58   STENBOL - Jina bi navê Safiye Biçak li Stenbolê ji hêla Vedat Biçak ve hate qetilkirin.    Jina bi navê Safiye Biçak (46) a li navçeya Pendîkê ya Stenbolê dijiya û du zarokên wê hebûn, ji hêla Vedat Biçak (48) ve hate qetilkirin. Hat zanîn ku Safiye Biçak û Vedat Biçak di qonaxa hevberdanê de bûn. Safiye Biçak dema ji bo biçe kar li ser payerêyê dimeşiya, ji hêla faîl ve hate qetilkirin.    Faîlê ku piştî cînayetê reviya mala li hemberî rêyê, di pava malê de gef li derdorê xwar û ji cihê bûyerê reviya. Komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tevî mudaxileyê jî Safiye Biçak jiyana xwe ji dest da. Polîsan ji bo girtina faîl lêpirsîn dan destpêkirin.