Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin! 2024-07-05 10:12:53   AMED - Jina bi navê Hîlal Kar li Amedê ji hêla Mehmet Demîr ve hate qetilkirin. Bi ser cînayetê re 13 roj derbas bûn lê hêj jî faîl nehatiye girtin.    Jina bi navê Hîlal Kar a 33 salî di 23’yê hezîranê de li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê ji hêla Mehmet Demîrhan ve hate qetilkirin. Kar û Demîrhan bi mehra olî zewicî bûn û dema Kar li kolanê dimeşiya di êrişa çekdarî ya Demîrhan de hate qetilkirin. Kar, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku Kar bi awayekî sîstematîk rastî tundiya Demîrhan dihat.    Cenazeyê Kar piştî kar û barên otopsiyê, ji hêla malbata wê ve li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Demîrhan ê piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviyayî hêj nehatiye girtin.