Li Midyadê jinek hate qetilkirin 2024-07-11 16:29:23   MÊRDÎN - Jina ku li navçeya Midyadê mala wê ji aliyê kurê wê ve hate şewitandin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Şorizbah ê girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê kesê bi navê Veysî Bora di 22’yê hezîranê de mala ku dayik û bavê wî tê de bûn şewitand. Veysî Bora ji cihê bûyerê reviya, bav Hamît Bora xwe ji paceyê avêt û xelas bû. Dayik Atiye Bora bi awayekî giran birîndarbûyî ji malê hate derxistin û şewat bi mudaxileya agirkûjê hate vemirandin.    Atiye Bora ji bo dermankirinê sewqî Amedê hate kirin û V.B. yê ji cihê bûyerê reviya li Stenbolê ji aliyê cendermeyan ve hate girtin û dadgehê ew girt.    Atiye Bora ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tedawiya wê berdewam dikir, îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Borayê piştî karûbarên otopsiyê dê bê veşartin.