Li Semsûra mirina biguman a zarokekê 2024-07-15 08:14:39 SEMSÛR - Li navçeya navendî ya Semsûrê zaroka bi navê Belkis Tosûn a 14 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Zaroka bi navê Belkis Tosûn a 14 salî ku li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya navendî ya Semsûrê dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Bûyer, piştî ku malbata Tosûn hatin malê û li tîmên tenduristiyê geriyan derket holê. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku Tosûn jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Tosûn rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.