Yekî ji wan jî 'kuştina jinê' venegot 2017-10-14 10:54:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pendîkê mêrê bi navê Mustafa Yetgîn bi çekê Hêlîn Palandoken qetil kir, gelek rojnameyên ku ev bûyer di rûpela xwe ya yekemîn de weşand, yekî jî wekî "kuştina jinekî" neda nîşan. Li Îstasyona Trenê ya Guzelyaliyê ya navçeya Pendîka Stenbolê, mêrê bi navê Mustafa Yetgîn duh bi çekê xwendevana Lîseya Anadolu ya Teknîk û Pîşeyî û Pîşeya Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê, qetil kiribû. Di êrîşê de 3 xwendevan jî birîndar bûbûn. Di êrîşê de xwendevana 17 salî Hêlîn Palandoken jî jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan, Palandoken hezkiriya Yetgîn bû. Duh gelek televîzyon û rojnameyan bûyer wekî deqeya dawî weşand.   Îro jî gelek rojnameyan di rûpelên xwe yên yekemîn de cih dan bûyerê. Lê rojnameyên ku bi zimanekî zayendî bûyer vegotin, xwestin li ser kuştina jinekî bigirin û wekî ku mirinê rewa bidin nîşan, nûçe weşandin. Hin rojnameyan ji bo mêrê kujer pênaseya "evîna hingofî" (saplantı aşık) kir, hin rojnameyan jî wekî "erjenga hezkiriyê kevin" (eski sevgili dehşeti) serwîs kir.   Di rûpelên yekemîn ên rojnameyan de hin sernav wiha ne:   Akşam: Hezkiriyê erjengî di derketina dibistanê de li Hêlînê da   Cumhuriyet: Qurbana herî dawî Hêlîna lîseyê ye   Guneş: Li ber dibistanê erjenga pompeyî   Haber Turk: Di derketina dibistanê de erjeng   Hurriyet: Li Pendîkê erjenga hezkiriyê kevin    Karar: Li ber dibistanê erjenga dexesiyê    Mîlliyet: Di derketina dibistanê de erjenga pompeyî   Posta: Hêj 17 salî bû   Sabah: Di rêya dibistanê de erjenga pompeyî   Star: Di derketina dibistanê de erjenga hezkiriyê wê   Takvîm: Ciwanê hingofî evîna xwe ya kevin di rêya dibistanê de kuşt, erjeng!   Turkiye: Li dibistanê erjeng   Vatan: Erjenga lîseyê